Ji Nûr Surer ji bo Dayikên Şemiyê: Ez ê her tim ligel wan bim

  • 09:05 10 Mijdar 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Lîstikvan Nûr Surer ku ji roja Dayikên Şemiyê derketin Qada Galatasarayê piştgirî daye wiha got: “Ew dê û bavên min in jî. Zarokên wan xwişk û birayên min in jî. Ez ê her tim ligel wan bim.”
 
Dayikên Şemiyê 28 sal berê ji bo zarokên xwe li Qada Galatasarayê ya Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê kom bûn. Dayikên Şemiyê ji dayikên Arjantinî feyz girtin. Ji ber ku Dayikên Plaza de Mayo di sala 1977'an de ji bo dîtina zarokên xwe yên ji hêla cuntaya leşkerî a Arjantînê ve hatî windakirin dest bi çalakiyê kiribûn. 
 
Çalakiya ewilî di 27'ê Gulana 1995'an de saet 12.00'an de pêk hat. Kurê Emîne Ocak Hasan Ocak di 21'ê Adara 1995’an de hat binçavkirin û piştî 58 roj şûnde li Goristan Bêkesan bi îşkenceyê qetilkirî hat dîtin. Ji hêla rojnameger Nadîre Mater ve bi navê "Dest nede hevalên min" kampanyayek da destpêkirin. Ev kom piştî dîtina cenazeyê Hasan Ocak peşniyara "Her roja şemiyê em li Qada Galatasareyê di heman saetê de çalakiya rûniştinê ya bêdeng pêk bînin" kirin. Biryara dan ku di çalakiyê de pankartên rêxistinan bila nebin, bila dirûşm neyê berzkirin. Her heftê bila çîroka windayek bê xwendin. Piştî demekê ji komê re gotin "Dayikên Şemiyê".
 
Tu astangî pêşiya wan nagire
 
 
Ev 30 hefteye bi hinceta qad qedexeya kesên tevli çalakiya dayikên şemiyê dibin tên binçavkirin. Tevî hemû zextan dayikên Şemiyê 28 sale bê navber têkoşîna xwe didomînin û her rojên şemiyê  daxwazên xwe tînin ziman.
 
‘Dilê min her tim bi wan re bû’
 
 
Lîstikvan Nûr Surer ku her tim piştgirî da Dayikên Şemiyê yek mirovên ewil ya li qadê cihê xwe girtiye. Nûr Surer di 27’ê Hezîrana 2022’yan de ‘Xelata Rumetê ya Seranserê Jiyanê’ ya di 22’yemîn Mîhîrcana Fîman a Tirk a Frankfurtê ya Navneteweyî de girt diyarî Dayikên Şemiyê kir. Nûr Surer di 6’ê Tebaxa 2022’yan de li ÎHD’a Stenbolê got: “Dilê min her tim ligel dayikan bû. Hêvîdarim em ê vegerin qada Galatasarayê.” Nûr Surer piştî gotinên xwe xelata xwe da hevjîna Fehrmî Tosun yê di binçavan de hat windakirin, dayika Şemiyê Hanim Tosun.
 
Nur Surer ji JINNEWS’ê der barê çalakiya Dayikên Şemiyê de de û qedexeya Galatasarayê de axivî.
 
‘Dewlet baş dizane şerma xwe veşêre’
 
 
Nûr Surer da zanîn ku ji 94’an heta niha tevî ku windahiyek wê tuneye her tim ligel Dayikên Şemiyê cih girtiye û wiha got: “Vê pêvajoyê de min her tim lêpirsîn kir ku dibe ku windayek wê jî hebe. Me dê û bavê xwe winda kirin. yek du dê û bav mane. Ji ber vê nifşên duyem sêyem vê çalakiyê dimeşînin. Dayikên Şemiyê çalakiya herî bê deng a Tirkiyeyê pêk anîne. Tenê xwendina daxuyaniyê gelo kê nerehet dike. Lê li vî welatî kevneşopiyek wias heye. Kîjan hikûmet tê bila bibe baş dizane şerma xwe veşêre. Îro desthilatdariyek çep jî bê wê her tiştî bigire. Ev jî me birîn dike.”
 
‘Biryara  DDB’ê girîng e’
 
 
Nûr Surer destnîşan kir ku biryara DDB’ê ya ‘binpêkirina maf’ ya der barê dayikên Şemiyê daye girîng e û wiha vegot: “Li Tirkiyeyê di ser DDB’ê re dadgeh tuneye. Biryar pêk neyên ez dibêjim em ê çi bikin. Carna biryarên balkêş dide. Xuyaye tiştek wan jî nerehet dike. Dayikek li zaroka xwe digere. Di lêgerîna edeletê de ye. Min diyariya du sal berê li Frankfurtê girt diyariyê Dayikên Şemiyê kir. Min her ev dixwest. Min got ez ê xelatek xwe diyariyê wan bikim. Baş jî bû. Ew dê û bavên min in jî. Zarokên wan xwişk û birayên min in jî. Ez ê her tim ligel wan bim.”