Li dijî mirina Zeren Ertaş bertek: Em li dijî berpirsan bi hêrs in

  • 09:03 10 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Ji Femînîstên Bogazîçî Zeynep Demîrkol, diyar kir ku li wargeh û dibistanên ku qeyûm bi rê ve dibe polîtîkayên der barê xwendekaran de tên meşandin û got: “Gelek qeyûmên rêveber, midûr, mele, rektor tayînê her derê kirine. Dema bertekan dibînin dest bi girtina biryarên kêfî dikin. Ji ber vê jî hevalên me yên jin di encama binpêkirinan de jiyana xwe ji dest didin.”
 
Di demên dawî de li zanîngehan polîtîkayên li hember xwendekarên jin tên meşandin. Li navçeya Efeler a Aydinê li Wargeha Xwendekarên Keç a Guzelhîsar a KYK’ê di 25’ê Cotmehê de asansor ketibû û xwendekara Zanîngeha Adnan Menderes jiyana xwe ji dest dabû. Di heman demê de xwendekara Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Hacettepe ya pola 5’an Î.Z.K li odeya wargeha lê diman biguman jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Zerenê, bûyereke dişibe vê li wargeha KYK'ê ya Fatsa a Orduyê di 30’yê Cotmehê de pêk hat. Asansor qetya û ji qatê çaran de ket. 4 xwendekar rakirin nexweşxaneyê. Xwenekar hema hema her roj li dijî van daxuyaniyan didin û çalakiyan pêk tînin.
 
Ji Femînîstên Bogazîçî Zeynep Demîrkol der barê pêvajoya dawî û polîtîkayên li hember xwendekaran de axivî.
 
‘Xwendekaran terkî qadên hatine dorpêçkirin dikin’
 
Zeynepê diyar kir ku pevajoyeke ku xizanî pir zêde bûye tê jiyîn û got: “Di şertên ku zîhniyeta serdest a pergala kapîtalîst giran bûye de  jiyana xwendekarên jin jî bê nirx tê dîtin. Li wargeha KHK’ê ketin û derketina xwendekarên jin tê lêpirsînkirin. Jiyana wan tê sînorkirin. Li wargehan xwendekar bi gelek pirsgirêkan re tên rû hev. Mudaxaleyê terza jiyana xwendekaran dikin. Xwendekaran di qadên hatine dorpêçkirin de bêzar dikin.”
 
‘Mafên me nayên cih’
 
Zeynebê balkişand ser xwendekar Zeren Ertaş a di encama ketina asansora wargehê de jiyana xwe ji dest da û wiha anî ziman: “Daxwazên xwendekaran nayên cih. Wargehên KHK’ê xwendekaran nav deyn de dihêlin. Polîtîkayên li hember xwendekaran tên girankirin. Di demên dawî de bûyerên întîxarê tên jiyîn. Xwendekar li dijî vê dest bi têkoşînan dikin. Li dijî polîtîkayên dewletê jin dikevin tevgerê. Di demên dawî de polîtîka li ser xwendekarên jin tên meşandin. Ji bo çêkirina asansorekê hezar carî serlêdan tê kirin û her carê bê bersiv tê hiştin. Daxwazên xwendekaran nayên cih.”
 
‘Di encama polîtîkayan de xwendekar tên qetilkirin’
 
Zeynebê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Di encama polîtîkayên desthilatdariya siyasî de jin tên qetilkirin. Em mafê hevalên xwe diparêzin. Em dixwazin bijîn. Dewlet niha bi awayekî îdeolojîk dixwaze jinan hepsî cihekî bike. Li ser jinan polîtîkayên nû tên meşandin. Gelek qeyûmên rêveber, midûr, mele, rektor tayînê her derê kirine. Dema bertekan dibînin dest bi girtina biryarên kêfî dikin. Ji ber vê jî hevalên me yên jin di encama binpêkirinan de jiyana xwe ji dest didin.”
 
‘Wê çalakiyên me bidomin’
 
Zeynebê di dawiya axaftinê de ev nirxandin kir: “Wek tevgera xwendekaran em dixwazin li dijî êrîşan bisekinin û bi hev re bimeşin. Daxwaza me ev e ku em li kolanan, wargeh û kampusan piştevaniyê bi hev re bihûnin. Çalakiyên me wê tevî zextan bidomin. Li dijî polîtîkayan em ê bêdeng nemînin.”