Malbatên Pirsûsê: Hata edalet pêk bê wê têkoşîn bidome

  • 09:06 18 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekin
 
İSTANBUL - Yasemîn Boyraz a ku dayika wê Bahar Nazligul Boyraz di qetlîama li Pirsûsê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin de jiyana xwe ji dest da di 8'emîn qetilkirina dayika xwe de got,"Ez li baxçeyê Amarayê mam. Em malbat 88 sal jî derbas be em ê lêgerîna xwe ya edaletê dewam bikin. Piştî 8 salan ez ê cara yekê li Amarayê bim û bang li herkesî dikim ku tevli bîranîna wê li Halîtagayê bê kirin bibin."
 
Di 20' Tîrmeha 2015'an de li ser banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) 300 ciwan ji bo ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê piştgiriyê bidin kobanê û ji zarokên Rojava re pêlîstokan bibin li gel diyariyên xwe derbasî navçeya Pirsûsê ya Rihayê bûn. Ciwanên ku derbasî Pirsûsê bûn, ji bo daxuyaniyê bidin li ber baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê kom bûn. Di dema ku daxuyanî dihat dayîn de, endamê çeteya DAIŞ'ê Abdurrahman Alagot, êrîşa bombeyî pêk anî û di encama êrîşê de 33 ciwan hatin qetilkirin. Di ser qetîama ku hat kiri nre 8 sal derbas bûn. Ji qetlîamê berpirs tên derbarê Yakup Şahîn de doz hat vekirin û 34 caran bi cezayê heta hetayê hat cezakirin.  
 
'Hinekan got dewletê kiriye'
 
Dosyayên Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî yên ji qetlîamê berpirsyar dihatin dîtin hatin veqetandin û biryar hat dayîn ku li benda girtina wan bê sekinandin. 4'emîn danişîna doza ku der barê bersûcên 'firar' Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî yên dosyayên wan ji hev cuda tên darizandin di 4'ê Tîrmehê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, birîndarên komkujiyê, parêzerên endamên Platforma Edaletê ya Pirsûsê, Parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Rihayê, Baroya Rihayê, SGDF, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP),  Rêxistina Bajêr a Rihayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û gelek sazî û kesayet tevli daneşînê bûn. Di rûniştina dozê de axaftina endamê DAIŞ'ê Kasim Guler ku wekî şahid hat guhdarîkirin û diyar kir ku ew di bin çavdêriya leşkeran de derbasî Sûriyeyê bûye balkêş bû  ku got " Komkujiya Pîrsûsê ji aliyê kê ve hatiye kirin û min bihîst ku hinan jî gotine ku dewlet kiriye." 
 
Keça Nazligul Boyraz a ku 33 kesan re hat qetilkriin Yasemîn Boyaraz, 8 salên xwe yên piştî qetlîamê ji JINNEWSÊ re vegot.
 
33 rêwiyên li pey xeyalên xwe hatin qetilkirin
 
Yasemîn, anî ziman ku yên çûn Pirsûsê xwestin Kobanê ji nû ve ava bikin û ji bo pêşî li vê yekê bigirin ev komkujî pêk anîn û wiha got: "Xwestin têkiliya gelên Tirkiyeyê ji hev qut bikin." Yasemînê, anî ziman ku li Tirkiyeyê komkujiyeke hovane li dijî ciwanan  pêk hat û wiha got: “33 rêwiyên li pey xeyalên xwe hatin qetilkirin û nêzî 300 kes jî birîndar bûn. Li dijî zîhniyeta ku hewl da Kobanê tune bike, wê jiyan bi hev re were avakirin. Koray bi alavên sporê çûbû. Ew ê bi zarokan spor bida kirin. Îsmet Şeker karkerê înşaetê bû, dixwest biçe Kobanê  înşaetan tamîr bike. Hemû jî li ser navê mirovahiyê çûbûn. Ji ber vê yekê li wir sûcê mirovahiyê hat kirin. Kesên ku xwestin li bermahiyên şer hêviyê biçînin hatin astengkirin."
 
‘Ez li baxçeyê Amara mam…’
 
Yasemînê, anî ziman ku piştî diya wê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye û şûnde ew êdî nema dikare di gotinan jî bîne ziman û destnîşan kir ku ew hêza xwe ji Malbatên Pirsûsê yên ku êş û elemên xwe bi wan re parvekiriye û bi hev re têkoşîn kirine digire. Yasemînê, anî ziman ku zimanê her malbatî cuda ye û zimanê hevpar têkoşîna wan e û got, “Eger em di vê pêvajoyê de ne bi hev re bûna, tiştek nedibû. Hevgirtin dijî. Ev 8 sal in ez ne li erd û ne jî li ezman im. Lêgerîna me ya edaletê her tim heye. Ez bi mirina dayika  xwe bawer nabim û ez dibêjim nemirî ye. Min di 31 saliya xwe de dayika xwe winda kir û di wî temenî de man.  Ez mezin nebûm, li baxçeyê Amara mam." Yasemîn, anî ziman ku piştî komkujiyê ji bo eşyayên dayika xwe yên mayî jî bi dest bixe  ketine nava hewldanan û got ku di encama doza ku wan vekiriye de tenê piştî 6 salan eşyayên dayika wê bi kargoyê ji wan re hatine şandin.
 
Ji cihê DAÎŞ'î derbas bûn yên hatin qetilkirin nikaribûn derbas bin!
 
Yasemîn der barê eşyayên dayika xwe de jî ev tişt anî ziman: “Cil û bergên bi xwîn, perçeyên hestî, çermê dayika min û kulemeke ax ji me re şandin. Dema ku min ev dît min got qey wê axê diavêjin ser min. Kî vê hovîtiyê li kê dike? Ji bo van bidest bixim jî divê biriyara dadgehê hebûya. Bi rêya dadgehê ev dan me. Lê ne li bendê bûm ku bi kargoyê bişînin." Herwiha  Yasemînê anî ziman ku mudaxeleya polîsan û bombeya gazê ya piştî qetlîamê hat avêtin bû sedema ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibe û got, “Eger bombeya gazê nehata bikaranîn belkî diya min nemira.  Ger ambûlans nehatana astengkirin,  belkî niha diya min sax bûya. Dema em li raporên tenduristiyê dinêrin, em dibînin ku fetisî ne. 33 rêwiyên li pey xeyalên xwe ji qeymeqamtiyê destûrê digirin. Lê dewlet nahêle ku 33 rêwiyên li pey xeyalên xwe ji cihê ku çeteyên DAIŞ'ê derbas dibin derbas bibin. Piştre jî ew mirov tên qetilkirin."
 
‘Ne 8 sal 88 sal jî derbas bin wê lêgerîna me ya edaletê bidome !’
 
 
Di danişîna dawî de pirsa “Kê ev komkujî pêk aniye?” tê kirin û endamê DAIŞ’ê Kasim Guler jî wiha bersîv da: “Hin kesan got dewletê ev komkujî kiriye. Min wisa bihîst.” Yasemîn jî bi bîr xist ku qetlîm hatiye îtirafirin û anî ziman ku ew ê ti carî dest ji lêgerîna edaletê bernedin. Yasemînê wiha berdewam kir, "Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu di navbera 5'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de got, 'Eger ez biaxivim wê erd bilerize'. Ji ber vê yekê ez dixwazim ku bê guhdarîkirin. Tiştê ku ew bibêje dê vê dosyayê ronî bike. Dema Pirsûs bê ronîkirin wê hemû komkujiyên piştî wê jî bên ronîkirin. DAIŞ'ê berpirsyariya hemû komkujiyan girt ser xwe, lê berpirsyariya Komkujiya Pirsûsê negirt ser xwe. 3 çeteyên DAIŞ'ê yên wekî "şahid" hatin guhdarîkirin, gotin ku wan di bin îşkenceyê de îfadeya xwe dane. Em malbat ne tenê 8 sal, 88 sal derbas bibe jî em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.”
 
Dê Cara yekem bê Amarayê
 
Yasemînê, anî ziman ku ew li cem her kesê li edaletê digerin in û wiha got: “Malbatên li edaletê digerin dizanin edalet çi ye. Ji ber ku dilê wan dişewit. Ez tenê edaletê dixwazim. Karê min edalet e. Dema ku edalet hat wê hertişt ronî bibe. Têkoşîna me heta edalet bê vî welatî wê bidome. Ez bang li her kesî dikim ku di 20’ê mehê de li dadgehê û çalakiya me ya rûniştinê ya li Kadikoyê bi me re bin.” Yasemînê, da zanîn ku îsal di salvegera qetlîamê de wê piştî 8 salan cara ewil li Amarayê be û got, “Li Halîtaga ya Stenbolê jî bîranînek tê lidarxistin. Ez her kesî vedixwînim vir.”