Komxebata Lozanê: Têkoşîna bi rêxistinî girîng e

  • 10:51 17 Tîrmeh 2023
  • Rojane
AMED - Jinên ku tevlî komxebata "Jin sedemîn salvegera Lozanê niqaş dikin" bûn, diyar kirin ku di sedsala nû de tişta herî girîng têkoşîna birêxistinî ya jinê ye. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê sedemîn salvegera Lozanê de bi sernavê, "Jin sedemîn salvegera Lozanê niqaş dikin" komxebatek li dar xist. Hevşaredara Akdenîza Mêrsînê ya berê Yuksel Mutlu û Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan tevlî komxebatê bûn û ji ajansa me re derbarê polîtîkayên li hemberî elewiyan de nirxandinan kir. 
 
Yuksel, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser Peymana Lozanê û elewiyan. "Ji ber peymanê elewî jî bi neyînî bi bandor bûn. Peyman li gorî planên Dewleta Tirk pêş ket. Elewî xwe wek kêmanî nabînin. Xwe wekî damezrîner dibîne. Ji ber ku xwe wek kêmanî nabîne û ji ber vê jî bawer dike ku rizgarî dê bi hev re pêk bê. Bi Lozanê tê xwestin ku bi birdoziya netew-dewletê zihniyeteke homojen, sûnnî û tirkbûnê derxin holê. Lê belê zîhniyeta 'elewî tuneye hebe nebe wek baskê îslamiyetê ye' tê nîşandin."
 
'Heq û hiqûqa elewiyan tuneye'
 
Yuksel, daxuyand ku elewî jî wekî gelên ku bi cudakariyê re rûbirû dimînin e û wiha bi lêv kir: "Tirkiye û Teşkilata Hevkariya û Ewlehiyê ya Ewropayê (AGÎT) di navbera xwe de Peymana Parîsê imze kirin û li gorî peymanê "Li ser axa xwe li hemberî bawerî, neteweyên cuda divê deriyên azadiyê vekin'. Lê Tirkiye jî bi îmha, zext, bişaftin û qetlîaman bersivê dide. Her wiha di Peymana Lozanê de heq û hiqûqa Elewiyan nîne. Ji bo sedsaleke nû elewî divê bi rêxistinî û nûnertiyeke li ser rê û rêbazan raweste û nîqaşan bike. Ji bo avakirina neteweya demokratîk ya sedsala nû bi rihê piştevaniyê têkoşîn bê dayîn."
 
'Li dijî netewan wek tabuyê peyman'
Kadriye Dogan jî di axaftina xwe de bal kişand ser bandora Peymana Lozanê ya li ser elewî, sûnnî û ermeniyan û got: "Dewleta Tirk polîtîkayeke 'Ger ku ne tirk be divê nejî' dimeşîne. Suleyman Demîrel derbarê Lozanê de wiha gotibû 'Lozan tapû û seneta me ye'. Lozan wekî tapûya lidijî netewan, tunehesibandina hebûn û nasnameyê ye. Mezopotamya veguheriye girtîgeha gelan û baweriyan. Mixabin bi sedan sal in bi qetlîaman civak bi cudakariyê re rûbirû ma."
 
'Dê têkoşîn bidome'
 
Kadriye, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser têkoşîna li hemberî Peyman Lozanê: "Heke em hevdû qebûl bikin, jiyana demokratîk û mafê mirovan li pêş bigirin dê ev erdnegarî dê bibe bihuştek. Lê mixabin em sed sal ni di nav zilmê de dijîn û vê zihniyeta zilmkar nehat têkbirin. Em wek elewiyên jin dê têkoşîna xwe bidomînin."