‘Peymana Lozanê ji bilî qirkirinê tiştek neanî’

  • 09:06 15 Tîrmeh 2023
  • Ramyarî
 
Melek Avci 
 
ENQERE - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Halîde Turkoglu da zanîn ku hemû destûrên bingehîn û peymanên piştî Destûra Bingehîn ya 1921’ê hetine li ser qirkirin û yekparêziyê hatine avakirin û ji bo Peymana Lozanê ya civakîbûn ji holê rakiriye jî got: “Mixabin Peymana Lozanê ji bilî qirkirinê tiştek neanî.”
 
Ji sedsala îmzekirina Peymana Lozanê re demek kurt ma û di encama peymanê de Kurdistan li çar parçeyan hatibû veqetandin û li Kurdistanê polîtîkayên înkar, qirkirin û tunekirinê didomin.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Halîde Turkoglu beriya Lozanê Destûra Bingehîn ya 1921’ê, piştî Lozanê polîtîkayên qirkirinê û nîqaşên destûra bingehîn ya nû nirxand.
 
* Piştî hilbijartinan nîqaşên destûra bingehîn ya nû zêde bûn. Hûn der barê van nîqaşan de çi dibêjin?
 
Beriya hilbijartinê jî rewşek wisa bû. Piştî hilbijartinan desthilatdariyê nîqaşa ku beriya hilbijartinê neanîbû rojevê niha anî. Di vir de tiştekî biguhere tune. Meclîs xwedî fikriyeta ku dijminê jinê, kurdan, xweza û rantxwire. Dema em di vî alî de binêrin texmînên me der barê naverokê de heye. Ji ber nêrîna wan ya li hember jinê mafê mirovan di pratîkên rojane de tên dîtin.
 
* Dema nîqaş tên kirin bal dikşînin ser Destûra Bingehîn ya 1921’ê. Hûn di vê mijarê de çi difkirin?
 
Divê pêvajoya dîrokî ya 1921’ê baş bê xwendin. Pêvajoyek çawa bû çawa hat amadekirin. Piştî Destura Bingehîn ya 21’ê şûnde  ya 24’an û yên din  li ser endezyariya civakî hatin avakirin. Destûra bingehîn ya 21’ê destûra bingehîn ya kongreyê bû. Gelek kongre pêk hatin. Bi van kongreyan re li meclîsê Statuyek pêk hat û di çarçoveya rêzdariya li hember cudahiyan hat amadekirin. Ji ber ji herêmî dihat. Sozek hatibû dayîn û ev soz bi Destura Bingehîn ya 1921’ê pêk hatibû. Lê ev rastiyek bû, mijarek ku yekemîn şerê cîhanê anî bû hebû; Mafê tayînkirina qederê xwendin bû. Di mijara vakirina dewletekê de li ser mafê tayînkirina qederê bû. Li Tirkiyeyê avakirina komarê bi peymanekê  ku jiyana bi hev re a gelan esas digirt pêk hat. Ev peyman hevsengê Destura Bingehîn ya 1921’ê bû. 
 
* Partiya we jî bal dikşand Destûra Bingehîn ya 1921’ê.  Desthilatdarî û aliyên derdor jî bal dikşîne ser lê ne di çarçoveya jiyanek wekhev û bihev re. Hûn van nîqaşan çawa digirin dest?
 
Ev destûra bingehîn ji bo garantiya jiyanek wekhev a Gelên Tirk, Kurd û cuda hebû. Belê şerê rizgariyê hebû û li wir kurd jî tirk jî tifaqek pêk anîn û di nokteya îqnakirina vê tifaqê de kongre pêk hatin. Di serî de eniya kemalîst û hemûyên din di pêvajoya kongreyê de muhtariyeta kurdan yanê mijara xweserbûnê qebûl dikin. Ji zimanê dayikê bigirin welatîbûna wekhev nîqaş dikin. Ev taybetiya destûra bingehîn ya 1921’ê ye. Lê çawa ku ev destûra bingehîn di bin netew dewletê de ket nûbûnê bi taybet bi Lozanê re bi destûra bingehîn ya 1924’an re tehemulê tu tiştekî nehat kirin. Mixabin ji bilî qirkirinê tu tiştek neanîn. Ger ku wisa bê xwendin wê destûrên bingehîn yên ji vir şûnde jî wisa bin. Ji bilî destura bingehîn ya 1921’ê şûnde hemû destûrên bingehîn bi mantika endezyarya civakî bi argumana yekparêziyê hatine avakirin. Di nokteya tunekirinê de hatine avakirin.
 
* Ez dixwazim vê bipirsim. Destûrek bingehîn ya hemû gelan dihewîne divê çawa be?
 
Divê nav gel de nîqaşa vê bê kirin. Divê her kes tevli bibin. Divê komîsyonek ku her kes tevli bûye de ev bê amadekirin û divê nêrîna her kesî bê girtin û di vê destûra bingehîn de her kes hebe. Divê gelek xetên têkoşînê xwe di wir de bibînin. Divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çarçoveyek bê avakirin. Divê statuya xweserbûnê bê avakirin. Divê hemû alî, ciwan, jin, hemû nasname, bawerî, kurd û gel têbikoşin û di vê destûra bingehîn de cih bigirin.
 
*100’emîn salvgera Îmzekirina Peymana Lozanê ye. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?
 
Piştî yekemîn şerê cîhanê gelek peyman hatin holê û li ser Lozanê çarçoveyek hat dayîn. Mixabin kurd ji dervê vê hiştin û Kurdistan li çar parçeyan veqetandin û bê statu hiştin. Bi Lozanê re di alî îdeolojîk û siyasî de zêdetir kurdan winda kir lê bi kurdan gelek gelên Rojhilata Navîn jî winda kir. Piştî Lozanê polîtîka qirkirinê jî ket dewrê. Qirkirinên wisa hatin li vî welatî. Hemû piştî piştî 1925’an de bi polîtîkayên qirkirinê hatin kirin. Dewletê ev di nokteyek wisa de girt dest, polîtîka çewisandinê, qirkirinê, asîmîlasyonê, Planên Şark Islahatê li ser kurdan meşandin. Ev hemû bi Lozanê dest pê kirin.
 
* Encama herî girîng a Lozanê parçebûna Kurdistanê ye. Vê tabloyek çawa derxist holê?
 
Dema bi Lozanê re Kurdistan li çar parçeyê veqetandin heman demê de di mijara welatîbûnê de jin bûn hedefa vê. Polîtîkayên ku em kirin navenda xwe pêk anîn. Hewl dan li li Sûriyeyê polîtîkayên asimîlasyonê ya erebî pêk hatin, li Îranê yên farsî, li Tirkiyeyê jî ji ser kurdî jin ji zimanê dayikê qût bikin. Mijarek qirkirina îdeolojîk û fîzîkî mijara gotibûnê. Piştî Şark Islahat xistin dewrê tenê qirkirin esas negirtin, ev hemû planên veşarî bûn û piştre derketin holê. 
 
* Yekitiya kurd û tirk ya hat windakirin bi taybet îro çawa bandor dike. Hûn der barê vê de dixwazin çi bêjin?
 
Bi Lozanê re bi mijara Musul Kerkukê re li aliyekî fikarên windakirina Anatolyê tirkan, kurd bi windakirina Kurdistanê re tenê hiştin. Dayîna Musul-Kerkukê di heman demê de bû sedema parçebûna çar parçeyan a Kurdistanê. Hinek fikaran kurd û tirk anîn asta parçebûnê. Bêguman ev ji teşeyên êrişên netew dewletan serbixwe pêk nehat. Lê Dewleta Tirk biryarek girtibû û li dijî Musul Kerkukê peymanek kiribûn ku Yewnan ji Egeyê derkevin. Nokteya windakirinê jî di vir de bû. 
 
* Der barê salvegera Lozanê de  nîqaş didomin û divê çi bê kirin?
 
Piştî şer Lozan ji bo çareseriyê derket holê lê tevî ku pisgirêk çareser nekir hîn bêtir giran kir. Tişta em jê re dibêjin Lozana civakî ev e ku civakîbûnê pêk bîne. Qanûnek, peymanek an jî titşek din çê dibe divê yek bi yek bi gel û civakê re bên gel hev. Divê nêrîna gel bê girtin. Wê demê wê peymana civakî pêk bê. Divê derfetên jiyanek wekhev û bi hev re pêk bên. Hewcedarî bi tifaqek neteweyî heye.