Polîtîkayên şer ên piralî yên Tirkiyeyê

  • 09:04 15 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Nûjîn Nazlican Yildiz
 
ÎZMÎR - Jinan derbarê polîtîkayên şerê taybet yên li Kurdistanê tên meşandin û êrişên li hember Rojava axivîn û diyar kirin ku divê bi awayekî topyekun li dijî vê têkoşîn bê meşandin.
 
Piştî hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê şûnde êrişên li hember Rojava zêde bûn. Tirkiyeyê di 20’ê Hezîranê de bi Wesayîta Hewayî ya Bê Mirov a  (SÎHA) hevseroka Kantona Kamişlo Yusra Derwêş, cigira wê Lîman Şîwêş û ajovanê wesayita têde bûn Firat Tuma qetil kiribû. Ligel vê êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Jinan der barê êrîşan de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku Tirkiye tenê şerê germ nameşîne ligel vê li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet serdestin, şer pir alî tê meşandin û sedema vê jî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.
 
‘Hedef jiyana kolektîf û destkeftiyên jinan e’
 
Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk axivî û da zanîn ku suîkast û êrişên li Rojava ne rewşek nû ye û wiha pê de çû: “Ji roja Pêvajoya Şoreşa Rojava hatiye destpêkirin heta niha bi pêşengiya jinan pêvajoya şoreşê hat jiyîn. Ev pêvajo ji aliyê hinek aliyan ve nehat qebûlkirin. Taybetiyek vê şoreşê ev bû ku gel xwe bi xwe rêve bibe, gotina xwe bêje û li her qada jiyanê xwe îfade bike ye. Di demên dawî de êrîşên tên kirin li dijî jiyana kolektîf û destkeftiyên jinan e. Salên dawî de têkoşînek mezin ya tevgera azadiya jinê dimeşîne heye û yek ji mînaka şênber pergala hevserokatiyê ye. Ev êriş jî ji ber tunekirina destkeftiyan tên kirin.”
 
‘Tifaqek ku jinan tune dihesibîne heye’
 
Bernayê her wiha balkişand ser polîtîka şer ê ku AKP-MHP bi salane dimeşîne û wiha bi lêv kir: “Ev polîtîka hem bi komkujî hem jî bi êrişên li hember destkeftiyan tên meşandin. Di pêvajoya piştî hilbijartinan de êrîş zêde bûn. Ji ber nasnameyeke jinan ya xwe heyî dike heye. Desthilatdariyek ku vê têkoşînê qebûl nake û jinê tune dihesibîne heye. Bi taybet di hilbijartinê de bi HUDA-PAR’ê re tifaq çêkir. HUDA-PAR’ê bi sala li Kurdistanê li hember galan suîkast pêk anî Gelê Kurd qetil kir. Lê em jinên Kurd wê têkoşîna xwe bidomînin. Jinên me winda kirin ji me re nexşerêyek xêz kirin. Em ê di xeta wêkoşînê de bimeşin.”
 
‘Polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hemû pergalê diyar dikin’
 
Hevseroka Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Egeyê (EGE-TUHAYDER) Nîlay Guleser jî  bal kişand ser polîtîkayên şer yên li Tirkiyeyê û got: “Şer bandor li aborî, çand, tenduristî, siyasetê dike. Jinan jî hedef digire. Di êrişên li Rojava de jin hedef tên girtin. Ev êriş hem li dijî têkoşîn û hem jî li dijî şoreşa jinê ye. Li Tirkiyeyê jî zext zêde bûne.  Di vir de bandora aliyê muhafazakar ya di meclîsê de ye gelek zêde ye.  Dijminên jinê yên li meclîsê yên piştgiriyê didin polîtîka şer in. Li Tirkiyeyê jin û zarok hedefin. Bi taybet jin û zarokên Kurd di hedefê de ne. Dibêjin şer tune lê şer heye. Mixabin li Kurdistanê rewş ne wisa ye.”
 
Nîlayê balkişand ser tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got bi terîdê re vê rewşê raste rast bandor li ser hemû girtîgehan kiriye û girtiyên siyasî wek dîlgirtî dibînin. Nîlayê daxuyakirin ku  tecrîd li hemû welat belav bûye û divê li dijî vê têkoşînek xurt bê meşandin.