'Di dema AKP-MHP'ê de sûcên li hemberî zarokan zêde bûn'

  • 14:10 13 Tîrmeh 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Parlamenterên Partiya Çep a Kesk li parlamentoyê derbarê sûcên li hemberî zarokan de civîna çapemeniyê li dar xist û got: "Di dema îktîdara AKP-MHP'ê de sûcên li hemberî zarokan zêde bûn." 
 
Parlamenterên jin ên Partiya Çep a Kesk, li parlamentoyê derbarê sûcên li hemberî zarokan de civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin axivî. 
 
Axaftina Bêrîtanê wiha ye: 
 
"Di dema îktîdara AKP û MHP'ê de hejmara zewicandina zarokan zêdetir bû û ev tişt di daneyên TUÎK’ê de hene. Ev daneyên ku heyî çi nîşanê me dide. Ev tişt tê wateya afirandina polîtîkayên dijminatiya jinan. Rê li ber îhlalkirina mafên zarokan vedike. 
 
Zarokên ku di bin 18'ê saliyê de ne ducanî dibin û bi rêya qanûnê rê li ber îstîsmara zarokan tê vekirin. Li vî welatî zarok di nava malbatê de, li qadên cemawekiyê, di nava ciranan û xizman de bi destdirêjiyê re rûbirû dimînin. Sêpanên ku rê li ber destdirêjî û tacizê vedike nayê qebûlkirin. 
 
Bi gotina 'daxwaza zarokê heye' tecawizkar tên berdan. Bi biryarên wisa bûyerên destdirêjiyê zêde dibin. Em baş dizanin ku ev tişt ji ber polîtîkayên îktîdarê pêk tê. 
 
Çend roj beriya niha Wezîrê Perwerdeya Mîllî daxuyaniyek da û got ji bo zarokên keç hewce bike dê 'dibistanên keçikan' vekin. Bi vî rengî çareser dikin. Hûn ji polîtîkayên ku dijminatiya jin û zarokan dike û her wiha siyaseta ku li ser zarokan tê kirin şerm nakin gelo. 
 
Îktîdara AKP'ê gav bi gav îstîsmara zarokan meşrû kir. Di sala 2013’yan de di dema perwerdeya navîn de rê li ber zewicandina zarokan hat vekirin. Zarokên ku hatî zewicandin jî neçar man ku ji derve perwerdeya xwe ya lîsê berdewam bikin. Zarokên ku bi rêya zewicandinê tên îstîsmarkirin sûcê herî mezin e. Dewlet divê mafê zarokan biparêze û divê li gorî wê qanûnên xwe carek din ber çav derbas bike. 
 
* Divê dev ji polîtîkayên ku dijminatiya jinê dike bê berdan, Peymana Stenbolê carek din bê qebûlkirin. 
 
* Divê dev ji dûrkirina jinan a ji qadên kar û cemaweriyê bê berdan. Ji bo aboriyeke serbixwe ya jinê divê şert û merc bên amadekirin. 
 
* Qanûnên ku rê li ber destdirêjiya zarokan a bi rêya zewacê hatî amadekirin bê guhertin û ji bo parastina mafê zarokan jî qanûn bên amadekirin. 
 
* Li dijî destdirêjiyê divê polîtîka bên afirandin û mekanîzmayên ku wan polîtîkayên heyî pratîze bike bên avakirin.
 
* Mekanîzmayên ku zarok demildest xwe bighîne û gilî bike bên avakirin. Derbarê mekanîzamayan de jî divê zarok bên agahdarkirin. 
 
* Di bûyerên destdirêjiyê de divê demildest lêpirsîn bê destpêkirin û pêvajoya cezagirtina tecawizkaran zûtirin bê şixûlandin. 
 
* Ji bo zarokên ku bûne mexdûrên destdirêjiyê divê piştevaniya derûniyê bê kirin û tedbîrên tenduristiyê bên girtin. 
 
Wek Partiya Çep a Kesk û Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gel (HDP), em ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jin û zarokan û destdirêjiya li zarokan a bi navê zewacê tê kirin, têbikoşin. Em ê bibin dengê zarokan."