Umît Efe: Em ê bi ser kevin û dest ji Galatasarayê bernadin

  • 09:03 10 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Mirovê Şemiyê Umît Efe ku nûnerê TÎHV yê Stenbolê ye 28 sal e di nav têkoşîna heqîqet û edeletê ya Dayikên Şemiyê dimeşînin de cih digire. Umît da zanîn ku der barê dijhiqûqiya ku pê re tên rû hev serî li DMME û NY’ê didin û got: “Em li dijî vê serî natewînin. Em ê her şemî li qadê bin. Em ê gumanbaran derxin pêşberî darazê. Em ê bi ser kevin û dest ji Qada Galatasarayê bernadin.”
 
Dayikên Şemiyê ji 27’ê Gulana 1995’an heta niha li Qada Galatasarayê bi armanca pirsîna aqûbeta kesên di encama kuştinên kiryar nediyar de hatin windakirin têdikoşin. Ev çalakî çalakiya herî dirêj a di dîroka Tirkiyeyê de derbasî qeydan bû û çalakiya ya 954’an li pey xwe hişt. 
 
Lê ev 5 sal in bi zext û binçavkirinan çalakî tê rojevê.
 
Mirovê Şemiyê Umît Efe ku nûnerê  Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) yê Stenbolê ye 28 sal e di nav têkoşîna heqîqet û edeletê ya Dayikên Şemiyê dimeşîn de cih digire. Umît ji JINNEWS’ê re axivî.
 
 
Têkşînê ji sala 1981’ê dest pê kiriye
 
Umît da zanîn ku Dayikên Şemiyê 28 sal in têdikoşin û wî jî di 1981’ê de hevalên xwe Nurettîn Yedîgol di binçavan de winda kiriye. Umît da zanîn ku piştî hevalê wî tê windakirin ew jî bûye Mirovê Şemiyê û wiha got: “Ez jî bi Dayikên Şemiyê re derketim Qada Galatasarayê. Li Tirkiyeyê polîtîka di bin çavande windakirinê bi salan pêk hat. Di 95’an de malbata Hasan Ocak derket qadê û têkoşin gihişt astek din. Galatasaray ne tenê cihê hiş e. Li wir êşên hevpar hatin ziman. Mirovan li wir xwe îfade kirin. Ew der ji bo wan bû cihê hêviyê.”
 
‘Dixwazin pêşî li edeletê bigirin’
 
Umît destnîşan kir ku polîsan di hefteya 700’î de êrîş kirine û qad qedexe kirine û wiha domand: “Piştre Masîde Ocak pêkanîn û îşkenca lê hatiye kirin bir Dadgeha Destura Bingehîn. DDB’ê ev wek binpêkirina maf şîrove kir. Malbatan jî li dijî vê mafên xwe yên qanûnî bikar anîn û 28 sale têdikoşin. Lê her tim bi êrîşan re hatin rû hev. Bi pêkanînên kêfî tundî kirin û xwestin pêşî li lêgerîna edeletê bigirin.”
 
‘Em ê biserkevin û dest ji qadan bernadin’
 
Umît diyar kir ku bi helwestek kêfî dixwazin hişê Dayikên Şemiyê tune bikin û got: “Ev çalakî di heman demê de dengekî li dijî hikûmetê ye. Tirkiye bi bêcezahiştinê tê rêvebirin. Ne îşkencekar ne kujer tên cezakirin. Em şopdarên pêvajoyê ne. Em bi ÎHD’ê re hevpar tevdgierin. Serî li saziyên navneteweyî hat dayîn. Parêzerên me ji bo sûcê tê kirin gilî dikin. Tevî hemû astengî û zextan em ê şûnde gavê navêjin. Bi salan e me serî netewand. Em mafên xwe dixwazin. Em ê serî netewînin. Em ê her şemî li qadê bin.”