Xelkê Helebê li dijî tecrîdê meşiyan

  • 08:56 10 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
HELEB - Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo şermezarkirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek li dar xistin û banga azadkirina fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. 
 
Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye derketin xwepêşandanê û sûcê dawîn ê dewleta Tirk a dagirker ku nameyên gefxwarinê dane Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şermezar kir. Bi sedan şêniyên her du taxan, endamên partiyan û saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn. Di meşê de pankertên bi nivîsa "Em ê tecrîda îmraliyê bişkînin û faşîzimê têk bibin" û "Rastiya rêber Apo rastiya me ye" vekirin. Her wiha wêneyên Abdullah Ocalan jî hatin hildan. Di meşê de dirûşma "Bimre îxanet" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. 
 
Xwepêşandan ji pêşiya hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Eşrefiye dest pê kir û li qada Cibênat a rojhilatê taxê rawestî û veguherî mitingê. Li wir, endama Koordînasyona Kongra Star Rûşîn Mûsa axivî û berxwedana Abdullah Ocalan silav kir.
 
Rûşîn îşaret bi listîkên dewleta Tirk ên li dijî Abdullah Ocalan kir û got: “Tirkiye vê carê rêbazeke din li dijî rêberê me bi kar tîne ku nameyên gefxwarinê dide wî. Ji bo wê em dê li qadan bin û dê li hember siyasetên wê yên hovane yên li dijî rêberê me bê deng nemînin. “
 
Rûşîn di dawiyê de got: “Pêvajoya niha, çarenûsî ye. Divê em têkoşînê mezin bikin. Em vîna xwe ji berxwedana rêberê xwe digirin da ku planên dagirkeriya Tirk têk bibin ku hewl dide projeya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan tune bike.”