Partiya Çep a Kesk wê civînên jinan pêk bîne

  • 11:08 6 Tîrmeh 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan, banga rakirina tecrîdê kir û diyar kir ku wekî meclisa jinan bi hêza xwe ya ku ji têkoşîna jinê girtine dê li qadên têkoşînê bin û got: "Kesên ku dixwazin hêviyên me têk bibin û çav bera destkeftiyên me dane divê bizanibin ku em duh hebûn û em ê îro jî hebin."
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê rojeva jinan de nirxandinan kir. 
 
Canan a ku bi bîranîna aktîvîsta kurd Halîde Dundar a 2 roj berê jiyana xwe ji dest da dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku wan careke din soza mezinkirina têkoşîna azadiya jinê ji cihê ku Halîde lê hiştiye, berfireh bikin. Her wiha Canan di axaftina xwe de Vedat Aydin ê ku ji ber siyaseta demokratîk dimeşand hat qetilkirin jî bi bîr anî.
 
'Em ê meşa xwe bidomînin'
 
Canan, di axaftina xwe de bal kişand ser keda ku di dema hilbijartinê de hatî dayîn û got: "Têkoşîna azadiya jinan bi hilbijartinê re ne sînordar e. Em ê li dijî îktîdarê têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê mezin bikin û meşa xwe bidomînin. Em dizanin ku li vî welatî li dijî şîdet, cudakarî, nîjadperestî, qeyrana aborî, xizanî, rant, şer û polîtîkayên tecrîdê têkoşîn çiqas girîng e. Em ê bi vê zanebûnê li gorî berpisiyariya xwe tevbigerin." 
 
'Li hemberî destkeftiyan bazarê dikin'
 
Canan, destnîşan kir ku li ser destkeftiyên jinan bazarî tê kirin û wiha bi lêv kir: "Li dijî tifaka mêr a ku li dijî destkeftiyên jinan bazariyê dikin, dê rêxistinbûna xwe mezin bikin. Li cihê ku rêxistina me heyî di dema hilbijartinê de hevdîtinê me ya jinan çêbûn. Ji bo dema nû em ê bi hêztir xebatên xwe yên rêxistinbûnê pêş bixin. Li dijî dijminatiya jinan a îktîdarê em ê rêxistinbûna jinê mezin bikin û tora têkoşê mezin bikin."
 
'Di polîtîkayên dijminatiyê de israr dikin' 
 
Canan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser gotinên zayendperestiyê yên ku di dema hilbijartinê de derketin pêş: "Îktîdara heyî di polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî jinan de bi israr e. Niha qetilkirina jinan didome, gotinên nefret û şîdetê ya li hemberî LGBTÎ+’yan didome, êrişên nîjadî ya li hemberî penaberan didome û hedefgirtina kesên ku li dijî şîdetê radiwestin didome. Lêpirsîna ku derbarê hevala me ya parlamenter Ozgul Sakî mînakek e. Em wek meclîsa jinan em ê li cem hevala xwe bin." 
 
'Em ê têkoşîneke hevpar bidin'
 
Canan da zanîn ku 1'ê Tirmehê salvegera betalkirina Peymana Stenbolê bû û di nava du salan de jî herî kêm 642 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin, mirina 373 jinan jî bi guman e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev tabloya derketî nîşan dide ku îktîdar li dijî şîdeta li hemberî jinan tiştek nake û li şûna vê polîtîkayên serdestiya mêr xûrt dike. Niha jî qanûna 6284'an kirine hedef. Ev qanûn jî bi têkoşîna rêxistinên jinan hat bi dest xistin. Divê bê zanîn ku em ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jinê dike têkoşîna xwe li her derê bidomînin. Em ê têkoşîneke hevpar bidin meşandin."
 
'Bêcezahiştinê tên xelatkirin'
 
Canan di axaftina xwe de wiha bal kişand ser bereatkirina serokê MHP'ê ya Amedê Cîhan Kayaalp: "Cîhan bi sedema destdirêjiyê hat girtin û dadgehê ku biryara beraetê da ji hêla Dadgeha Îstînafê ve jî hat qebûlkirin. Ev biryara ku hatî dayîn tecawizkar hat parastin. Em carek din bang dikin ku bila Cîhan Kayaalp bê girtin. Her wiha li Kopa Mûşê jî S.S destdirêjî li zarokek kiribû û 16 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn, lê Dadgeha Îstînafê wekî her tim biryara ku hatî dayîn betal kir. Bi taybetî jî li bajarên kurd lê heyî ev polîtîkayên ku tê meşandin ne tesadifî ne. Mûsa Orhan mînakek e. Kesên ku wezîfedarên dewletê bin, bi bêcezahiştinê tên xelatkirin." 
 
Xizaniya jinan 
 
Canan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkek din a girîng jî qeyrana aboriyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber eflasyonê niha berîka her kesî vala ye. Çend mûçeya asgarî hat zêdekirin jî lê welatî nikarin hewcedariyên xwe yên pêwist bistînin. Ji xizaniya heyî bêtir jin mexdûr dibin. Jin di nav kedxwariyê de, di nava qadên bêewle de bi mûçeyeke kêm mehkûmê xebatê tên kirin. Li gorî lêkolîna meha hezîranê ya DÎSK AR’ê ji her 100 jinan tenê 19 jin bi qeyd dixebitin. Ji sedî 31.3 jin bê kar in, di nav de ji sedî 49.9 jinên ciwan in. Hewldana îktîdarê ya li dijî xizaniya jinê nîne. Hewl didin ku jinan mehkûmê malê bikin û dixwazin jinan li derveyî qada kar bihêlin."
 
'Divê dawî li tecrîdê bînin'
 
Canan, li Tirkiyeyê gelek qeyran heye û pek jî wan neçareserkirina pirsgirêka kurd e û got: "Neçareserkirina pirsgirêka kurd û israrkirina şer tê wateya polîtîkayên tecrîdê. Di encama polîtîkayên înkarkirinê ya îktîdara AKP'ê de, di serî de jin û hemû civak di bin tecrîdê de ne. Li girtîgehan binpêkirina mafan didome, her wiha qedexeyên li hemberî çalakiyên demokratîk didome û ev tişt girêdayî polîtîkayên tecrîdê ye. Li dijî polîtîkayên zextan divê  tecrîda li hemberî Birêz Ocalan bê bidawîkirin." 
 
'Têkoşîna Dayikên Şemiyê têkoşîna me ye'
 
Derbarê astengiya çalakiya Dayikên Şemiyê de jî berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan wiha axivî: "Yek ji mînakên herî berçav ên pêşîgirtina li çalakiyên demokratîk jî, astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê ye. Ji bo aqûbeta windayan bipirsin 28 sal in li qada Galatasarayê kom dibin. Çalakî di hefteya 700’î ango di 25'ê Tebaxa 2018’an de hat qedexekirin û Qada Galatasarayê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. AYM'ê li dijî astengiyê biryara îhlalê da lê dîsa jî qad ji çalakiyê re tê qedexekirin. Ev nezîkatiya lidij hiqûqê ye û nayê qebûlkirin. Em çalakiya Dayikên Şemiyê ya ku her heftê ligel astengî û zextan li ber xwe didin silav dikin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye."
 
Sekneke wan a bi hêz hebû
 
Canan, wiha bal kişand ser Doza Kobanê: "Ji bo me jinan rojeveke din a girîng jî doza Kobanê ya ku me dibêjin doza kumpasê ye. Roja duşemê ji bo ku em piştgiriyê bidin hevalên xwe em jî li Sîncanê bûn. Me careke din dît ku ew bi sekna xwe ya bi hêz nayên darizandin û didarizînin. Em ji vir di serî de ji Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Ayla Akat Ata û hemû hevalên xwe yên girtî re silavên xwe dişînin.
 
Di doza ku ne hiqûqî û siyasî ye de îqtîdara serdest a mêr daraza mêr di ser jinên siyasetmedar re tundiyê li jinan dike. Li hemberî mutala ya ku ji 5 hezar rûpel pêk tê, daxwaza hevalên me ya xwestina demê tê astengkirin û dixwazin ku dozê demek berî demekê bi encam bikin. Ligel van hemû pêkanîn jî di serî de hevalên me yên girtî ên jin hemû kesên ku tên darizandin ji bo ku vê kumpasa siyasî îfşa bikin têkoşînê didin. Em ê piştevaniya xwe ya bi hevalên xwe re heta ku edalet û demokrasî pêk bê bi hemû hêza xwe bidomînin."
 
'Wekî duh em dibêjin em hene û em ê hebin"
 
Canan, daxuyand ku dem dema mezinkirin û berfirehkirina têkoşînê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wekî Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk, bi hêza xwe ya ku me jî têkoşîna jinê girtiye; em ê bi hemû rengên xwe li qadên têkoşînê bin. Di duhemhên li pêş me de; Em ê hevdîtinên jinan pêk bînin û bi pêşniyar û rexneyên ku em ji jinan bigirin  em ê rêya xwe bidomînin. Kesên ku dixwazin hêviyên me têk bibin û çav bera destkeftiyên me dane divê bizanibin ku em duh hebûn û em ê îro jî hebin."