'Bi riya hedefgirtina jinan dixwazin kurdan qir bikin'

  • 09:13 3 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB -Jinên ku bi minasebeta bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatin gel hev di kesayeta civaka kurd de hedefgirtina jinên kurd şermezar kirin û gotin ku bi rêya hedefgirtina jinan dixwazin kurdan qir bikin.  Jinan li dijî qirkirinê soza mezinkirina têkoşîna Zîlanê û hevrêyên wê dan. 
 
Zeynep Kinaci (Zîlan), di 30'ê Hezîrana 1996'an de li navenda Dêrsimê di merasîma alê yê artêşa Tirk de çalakiya fedayî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Çalakiya Zîlanê ji bo hemû jinên kurd bû sedema mezinkirina têkoşînê û bû sembola berxwedanê. Bi vê minasebetê hersal di salvegera vê çalakiyê de Zîlanê tê bîranîn û çalakiya wê tê silavkirin. Jinên Siyasetmedar ên rojavayê Kurdistanê jî bi minasebeta vê rojê li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê çalakiyeke bîranînê li dar xistin.
 
Jinên ku tevli çalakiya bîranînê bûn ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser êrîşên li dijî jinên kurd ku di demên dawîn de zêde bûne. 
 
'Ev roj ji bo me rojeke dîrokî ye'
 
Endama Meclîsa Pakrewan Gelhat a kolana Şerqî a Şêxmeqsûdê Nehle Mistefa bal kişand ser têkoşîna Zîlanê û got ku ew di bîranîna şehadeta pekrewan Zîlanê de hemû pekrewanên ku di riya azadiyê de cane xwe feda kirine bi rêzdarî bi bîr tînin.  Nehele di berdewamiya xaxaftina xwe de wiha got:"Em weke hemû tevgerên jin ên taxa Şêxmeqsûdê  dibêjin ku ev roj ji bo me rojek dîrokî ye,  Jinên ku di pêvajoya dîrokê de xwestin xwe û tevahî jinan ji bin zincîra koletiyê rizgar bikin tekoşîna herî mezin li dijî dewletên faşist dane, Lê hemû dewletên ku xwe bi kapîtalîzimê dane girêdan îro bi rijandina xwîna gelê Kurd dixwazin berjewendiyên xwe biparêzin û ji ber vê mixa bin  îro dewleta Tirk bi siyaseta ku pêş dixe ya qirker êrîşî pêşengên jinên ên kurd dike. "  
 
'Em soza berdewamiya tekoşînê didin'
 
Nehle di dawiya axaftina xwe de ev tişt got:"Di kesayeta wan jinên pêşeng de dewleta Tirk dixwaze vîn û îradeya hemû jinên kurd û bi taybet jinên tekoşer tune bike. Lê em weke jinên ku xwe bi fikir û felsefeya Rêbertî dane girêdan em soz diin ku em ê her û her li ser şopa pekrewanên xwe bimeşin," 
 
'Heval zîlan û hevrêyên wê sembola jiyana hemdem in'
 
Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  Eyşe Hiso jî axivî û got:"Di salvegera 27 emîn a şehadeta pekrewan Zîlan de  îro li hemû qadan jin bi hêrs û bi rengekî ku bikaribin tekoşîna xwe mezin bikin derketine pêş.
 
Eyşe bal kişand ser destpêka dîrokê û bi taybet hedfgirtina jinan ji wê caxê de û ev tişt anî ziman:"Beriya Tevgera Azadiya Kurdistanê bê avakirin bi taybet di civaka kur de jin rojane bi tunekirin, qirkirin û kuştinê re rû bi rû diman.  Di rastiyê de biryara tunekirina kurdan di şexsê jina kurd de derdixistin pêş. Lê di roja me ya îro de bi taybet li ser axa Bakur-Rojhilatê Suriyê êdî li ser mîrateya wê tekoşîna dîrokî xebat û berxwedana jinê mezintir dibe û jin di hemû qadên civakî, leşgerî, aborî û dîplomasiyê de bûye xwedî statu.  Di heman demê de têkoşîna ku heval zîlan û hevrêyên  wê ji me re hiştin ji bo me sembola jiyana hemdem e."
 
'Me biryara berdewamiya têkoşînê daye'
 
Eyşe wiha axaftina xwe da berdewam kirin û got:"Em zihniyeta faşîst û desthiledar ne tenê di şexsê hikumeta dewleta turk de digrin dest. Di di hemû dewletan de zîhniyetke faşît heye û  vê yek di hedefgirtina herdû xabatkar û pêşengên jin Yusra Derwêş û Reyhan Emûde de xwe da der. Lê vê jî rê  li pêşiya tekoşîna me ne girt ji ber me biryara berdewamiya têkoşînê daye. Em baş vê yekê dizanin ku em ji bo dewleta Tirk mijara qirkirinê ne."
 
Pergala demokratîk  pergala hegemonîk ditirsîne'
 
Eyşe di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman:"Ji ber ku mejîyê desthiledar ê bavkiselarî  di şexsê dewleta Tirk de jina dike hedefa xwe sîstema demokratîk a ku xwe li ser vê xakê daye îsbatkirin dewleta Tirk û hemû sîstemên desthileda dixwazin li ser vê xakê civakan tune û qir bikin. Lê em weke jinên xebatkar soza tekoşîna xwe nû dikin û dibêjin em sîstema netewa demokratîk a ku bûye çaraserî ji bo hemî pirsgirêkên siyasî li ser xaka tevahî Rojhilata navîn bi ser bixin. Herdem wê îradeya vî gelî li pêş be û bi ser keve."  
 
'Pêşketina civakê girêdayî pêşketina jinê ye'
 
Li ser heman mijarê Cîgira Meclîsa giştî a Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan jî ev nirxanin kir:"Di keseyeta pekrewan Zîlan de em bejna xwe li ber hemû pekrewanên jin yên ku xwe di riya azadî ya gelan de feda kirin ditewînin. Dijmin her dem êrîşî jinan dike û wan dike hedefa xwe.  Ji be ku pêşketina jinê bi xwe re pêşketina civakê tîne. Dewleta Tirk her çend ku jinan herdem dike hedef jî rojane mîna van jinên têkoşer bi hezaran jin derdikevin pêş. Em jî wekî jinên Taxa Şêxmeqsûd soza bilindkirina tekoşînê nû dikin û dibêjin ku em ê xeta têkoşînê ya pekrewan zîlan bişopînin û hemû jinan azad bikin."