Li bajarê jinan dijminantiya îqtîdarê ya li hemberî jinan

  • 09:10 3 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
 
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Nisêbînê Şîndar Akinci polîtîkayên dijminantiya li hemberî jinên Nisêbînê ku wekî bajarê jinan tê nasîn nirxand û got, "Li dijî zîhniyeta ku hewl dide bajarê jinê bike bajarê mêran, divê em bajarê jinan di asta herî jor de biparêzin."
 
Piştî ku cara ewil di 17'ê Mijdara 2017'an û piştî wê jî di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatin kirin û piştî wê jî tayînî şaredariyên navçeyan hatin kirin bi destê qeyûman gav bi gav xwezaya bajarê hat guhertin. Di dema ku em ber bi hilbijartinên xwecihî ve diçin 7 sal in texrîbatên ku qeyûman li bajêr pêk anîne yên nû jî hîna li wan tên zêdekirin.  Nisêbîna ku yek ji navçeyên herî girîng ên Mêrdînê ye û wek "bajarê jinan" tê naskirin, bi destên qeyûman bû bajarekî ku xweza, civakîbûn, çand û demografiya wî hat guhertin.
  
Çawa bû bajarê jinan?
 
Di hilbijartinên herêmî yên 29'ê Adara 2009'an de ku Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, bû Şaredara navçeyê û xebatên girîng ji bo jinan dan destpêkirin.  Nisêbîna ku di navbera 18-28’ê Tîrmeha 2010’an de bi projeya “1'emîn Keda Jinan a Bêsînor li Nisêbînê Kom dibe” ji bo 10 rojan wekî bajarê jinan hat îlankirin, di berdewamiyê de jî bû navçeya ku herî zêde xebatên ji  bo jinan lê hatin kirin. Di çarçoveya projeyê de ji bo jinan atolyeyên sînema, şano, erbane, wênekêşî, peyker, mafên mirovan ên jinan û bajarvaniyê ku ji bo jinan hatin organîzekirin û akademîsyen, sînemager, derhiner û fîlmçêkeran di van atolyeyan de ders dan. Di projeya ku ji aliyê 100 jinên ji Nisêbînê û 20 jinên ji herêmên cuda yên Tirkiyeyê ve hat meşandin de, jin bûn xwedî nêrîna ku bi çavên jinan li bajêr mêze bikin.
 
Mîhrîcanan dest pê kir
 
Piştre di encama çalakiyên li bajêr û bi taybetî jî xebatên Mala Jinan a Gulşîlavê ku bi pêşengiya Ayşe Gokkan di 24’ê Mijdara 2009’an de hat vekirin ku pirtûkxaneyek wê jî hebû, di qadên wekî tenduristiyê de ji bo jinan xebat kir. Di encama van xebatan de di mijarên  tundî, kuştin, tacîz û destavêtina li  jinan de bi perwerdeya ku hat dayîn kêmbûnek çêbû. Her wiha di 23-25’ê Cotmeha 2009’an de li navçeyê mîhrîcanên jinan hatin lidarxistin.
 
Ji Meşa Jinan a Cîhanê re mêvandarî kir
 
Nisêbîna ku bi berxwedana xwe ya jinan jî tê naskirin, di sala 2015’an de 4’emîn Çalakiya Navneteweyî ya tevna çalakiya femînîst a cîhanî, Meşa Jinan a Cîhanê, li dar xist. Meşa Jinan a Cîhanê ya 2015’an a girêdayî Şoreşa Jinê ya Rojava, di 6’ê Adara 2015’an de li bajarê Nisêbînê bi panelan dest pê kir.
 
Beriya ku Bazara Keda Jinan were vekirin qeyûm hat tayînkirin
 
Yek ji projeyên girîng ên ku Şaredariya Nisêbînê di sala 2015'an de ji bo îstîhdamkirina jinan plan kiribû û di dawiya salê de ji ber tayînkirina qeymeqam pêk nehat "Bazara Keda Jinan" bû. "Jiyana bê sînor" tê gotin. Bi vê projeyê re li gel berhemên jinan dê jinan bi  berhemên ku li bazarê bifirojin jî yên wekî sebze û fêkiyên organîk jî debara xwe bikira.
 
Mîmariya bajêr bi TOKÎ'yan hat guhertin
 
Ji Gulana 2016’an ku qedexeya derketina derve bi dawî bû, bi ketina dozeran a taxan re bi hezaran avahî ji alyê hikûmetê ve hatin hilweşandin. Taxên Kanîka, Elîka, Koçera û Mazilawdîn bi temamî hatin hilweşandin û li şûna wan xaniyên TOKÎ hatin çêkirin. Bi avahiyên ku hatin çêkirin re rûyê bajêr bi tevahî hate guhertin, her wiha hate xwestin ku polîs, leşker û cendirmeyan ên li herêmê hatin bicihkirin demografyaya bajêr jî bê guhertin. Welatî li dijî van projeyên ku demografiya bajêr diguherin bi bertekin.
 
Di 7 salan de 4 qeyûm guherîn
 
Di 11'ê Îlona 2016'an de dema ku şaredarî di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû, Qeymeqam Ergûn Baysal weke qeyûm hat tayînkirin. Mehmet Balîkcilar ê ku li şûna Ergûn Baysal hat tayînkirin bi guhertina cihê peywira xwe, peywira qeyûm kir. Piştî 3 salên qeyûm bûn ku tayînî şaredariyê bû, di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şaredarî bi dest xist Lê belê di 18'ê Cotmeha 2019'an de ji bo cara duyemîn qeyûm hat tayînkirin û Mehmet Balikçilar careke din wekî qeyûm tayînî şardariya navçeyê hat kirin.
 
Kiryarên qeyûman dijminantiya li heberî jinê ye
 
Qeymeqamê ku ji sala 2016’an û vir ve wekî qeyûm tayînî navçeyê kirin heta niha ti xizmet ji welatiyan re nekiriye, nirxên navçeyên ên manewî û civakî dike hedef.  Xebata yekem a ku qeyûm li şaredariyê pêk anî, jikardûrxistina gelek karmendan û bicihkirina xebatkarên girêdayî xwe yên li şaredariyê bû. Dema ku navên gelek parkan hatin guhertin, Bîrdariya Newrozê ya ku ji bo bîranîna 16 welatiyên di sala 1992'an de di pîrozbahiya Newroza bajêr de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin hatibû çêkirin, hat hilweşandin û li şûna wê birca saetê hat lêkirin. Navenda Çandê ya Mîtannî ku cihê herî girîng ê xebatên çandî yên bajêr lê dihatin kirin, hate xerakirin, hunermend û xebatkarên wê hatin girtin. Xebatên Mala Jinê ya Gulşîlavê ku ji bo jinan hatibû avakirin û bi armanca pêşîlêgirtina her cure şîdeta li ser jinê hatibû avakirin meşandin, pêşî hat astengkirin û piştre hat girtin.
 
Bajarê jinan kirin yê mêran
 
Li Nisêbîna ku 7 sal in ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, hewl tê dayîn keda jinan were tunekirin û bajarê jinan bikin yê mêran, destkeftiyên jinan tên desteserkirin. Bi beşdariya 15 mêr û tenê jinekê "Civîna Koordînasyon, Şopandin û Nirxandina Navçeyê ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê" ya ku ji aliyê qeymeqamtiya navçeyê ve di 17'ê Tebaxa 2021'ê de hat lidarxistin, rewşa bajarê jinan bi kurtasî vedibêje.
 
Serokên jin ên ku xizmeta bajarê jinan kirine tên darizandin
 
Serok û hevserokên jin ên ku xizmeta bajarê jinan ê ku tê xwestin bikin yê mêran, ji aliyê darazê ve tê xwestin bên cezakirin. Şaredara navçeyê ya demê Ayşe Gokkan a ku ji 29'ê Adara 2009'an heta 30'ê Adara 2014'an li bajêr pêywirdar bû, di 20'ê Cotmeha 2021'ê de ji aliyê 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve bi hinceta "Endama rêxistinê" hat girtin. di wê demê de ji ber xebatên ku kirine 30 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Ayşe hê jî li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin. Hevşaredar Sara Kaya ku di 30'ê Adara 2014'an de peywir ji Ayşe girt û piştî qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, di 22'ê Hezîrana 2020'an de jî ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 16 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Sara hê jî li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tê girtin. Hevşaredar Semîre Nêrgiz ku piştî hilbijartina 31’ê Adara 2019’an bi tayînkirina qeyûman ji peywirê hat girtin, piştî demek kurt hate binçavkirin.
 
Di 20 rojan de êrîşa duyemîn
 
Li gel van hemûyan, qeyûmê Nisêbînê ku êrîşên li ser nirx û destkeftiyên jinan didomîne, herî dawî navê Kader Ortakaya ya endama Partiya Azadiya Civakî (TOP) ku di dema nobeta ji bo Kobanê de li ser sînorê Pirsûsa Rihayê bi guleya polîsan hat qetilkirin û navê wê li parkê hatibû kirin jêbir. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Nisêbînê Şîndar Akincî, rûxandina qeyûm a 7 salan û êrîşên li ser destkeftiyên jinan nirxand.
  
'Dixwazin vegerin serdema tarî ya salên 90'î'
 
Şîndar bi bîr xist ku Nisêbîn di sala 2009'an de weke bajarê jinan hat pênasekirin û diyar kir ku di salên borî de jin her tim li Nisêbînê pêşeng bûn. Şîndar amaje bi wê yekê kir ku jin di civakê de xwedî roleke girîng in û bal kişand ser dîlgirtina Ayşe Gokkan a şaredara wê demê ya di sala 2010'an de ku Nisêbîn weke bajarê jinan hat ragihandin. Şîndar anî ziman ku desthilatdar dixwazin vegerin serdema tarî ya salên 90'î û got, "Di wê dema bajarê jinan de hema bêje tundî û qetlîam li ser jinan zêde nahatin kirin. Li Nisêbînê jî weke îro li gelek bajarên Kurdistanê fuhûş û tiryak wê demê tunebû. Ayşe Gokkan jî ji bo ku ev kirêtî pêş nekevin têkoşîn da.”
 
Gulsilav di şevekê de hat rûxandin
 
Şîndar bal kişand ser dema qedexeya derketina derve û diyar kir ku êrîşên li dijî bajarên Kurdistanê di wê pêvajoyê de destpê kirine. Şîndar got, “Piştre bi tayînkirina qeyûman re me zîhniyeta mêr dewletê dît. Mînak me dît ku piştî qeyûm tayînkirin kooperatîfa jinan di şevekê de hat şewitandin. Mala Jinan a Gulşîlavê ku ji aliyê qeyûmê ve hatibû girtin, şevekê ji nişka ve hat hilweşandin. Hilweşîn û şewitandin di saetên ku kes nabîne û nizane, ji bo ku kes mudaxele neke û bertek nîşan nede de kirin."
 
'Bazara jin lê dixebitîn dan mêran'
 
Şîndar diyar kir ku îro şaredar û hevşaredarên jin ên ku xizmet ji Nisêbînê re kirine hatine girtin û bal kişand ser vê yekê ku li gel Serokê Şaxa TEM'ê ya Nisêbînê Unal Uyar ku derbarê Sara Kaya de îfade da ji ber FETO hat binçavkirin jî Sara li ser îfadeya wî hîna jî girtî ye. û wiha got: “Mebesta wê bû ku bazara jinan bê avakirin, lê piştî ku qeyûm hat ew bazar dan mêran û ew jî weke ku dixwazin wê bi rêve dibin. Dîsa di dema Hevşaredartiya Sara de parka bi navê Kader Ortakaya ya di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê de jiyana xwe ji dest da, hate çêkirin. Lê belê qeyûm navê Kader Ortakaya ji parkê rakir. Zîhniyeta mêr naxwaze jin bên bibîranîn, hevdû bi bîr bînin. Ditirse ku jin bandorê li jinên din bike û hewl dide pêşî li vê bigire. Naxwazin berxwedana wan bibe mînak."
 
'Dixwazin civakê parçe bikin'
 
Şîndar anî ziman ku armanca wan ew e ku li şûna avahiyên ku piştî qedexeyên derketina derve hatin hilweşandin, bi çêkirina TOKÎ'yan civakê parçe bikin. Heta niha haya tu kesî ji rewşên wekî tundiya li TOKÎ’yan nîne. Dîsa di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de bikaranîna tiryakê gihiştiye asta herî jor, jinên ciwan bi darê zorê fuhuş li wan tê ferzkirin.  Nisêbîn ne bajarekî wisa bû. Bi xezaya wê lîstin."
 
 
Polîtîkaya şer  di bin navê 'evînê' de
 
Şîndar anî ziman ku “jiyaneke qirêj di nava ciwan û jinên ciwan de tê teşwîqkirin” û wiha got: “Ciwan bi rêya Înternet û televîzyonê tên xapandin. Bi taybetî jî polîs û leşkerên ku piştî berxwedana xwerêveberiyê anîne bajêr, ji wan kesên ku ji aliyê fîzîkî ve 'baş' dibînin tên hilbijartin. Bi vê yekê re di bin navê 'evînê' de hewl didin jinên ciwan bi rêya hestiyariyê bitepisînin. Me mînaka vê yekê ji Îpek Er û Gulîstan Doku dît. Ji ber vê yekê divê jinên ciwan beriya ku dereng bimînin van polîtîkayan bizanibin û nas bikin."
 
'Em ê bajarê jinan ji nû ve ava bikin'
 
Şîndarê girtina şaredar û hevşaredarên berê yên jin Sara Kaya û Ayşe Gokkan bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berxwedana hevalên me yên li girtîgehê divê ji me re bibe mînak. Li dijî zîhniyeta ku hewl dide bajarê jinê bike bajarê mêr, divê em bajarê jinê ji nû ve ava bikin.”