Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişan dan

  • 09:06 2 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Li gel êrişên li ser Bakur, Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ku zêde bûne, Dayikên Aştiyê bal kişandin ser îxanet û hevkariyê û banga bila ev şer demek berî demekê bi dawî bibe kirin. 
 
Êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê bênavber dewam dikin. Bi polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin, Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê dijîn dibin hedef û tên qetilkirin. Huseyîn Arasan di 9’ê Hezîranê de li Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin, piştî vê jî bi SÎHA’yên Tirk di 20’ê Hezîranê de li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA'yan wesayita  Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş tê de hedef gitin  û li gel wê cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tuma  hatin qetilkirin.
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Nisêbînê Afîfe Yildirim û Rahîme Aksu der barê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kuristanê nirxandin kirin.
 
'Kurd li her derê Kurd in'
Dayika Aştiyê Afîfe Yildirim a ku bi gotina "Kurd li her derê Kurd in" dest bi axaftina xwe kir, bal kişand ser yekîtiya neteweyî. Afîfe bang li malbata Barzanî kir ku li Başûrê Kurdistanê desthilatdar in û got, “Eyb e şerm e ji bo wan cil û bergên netewî ku hûn li xwe dikin. Hûn ewqas ciwan dikujin. Tu axa xwe difiroşî dijminê xwe. Dijmin nabe dost." Afîfe bi gotina “Ger em şîv bin, hun jî paşî in- ku tê wateya Ger em niha bibin hedef, paşê hûnê jî bibin hedef” bi bîr xist, Afîfe bertek nîşanî hevkariya malbata Barzanî ya bi Tirkiyeyê re da û wiha got: “Heyf e. guneh e."
 
'Zilm birçîbûn û mirinê tîne'
 
Afîfe banag li gelan kir ku zilmê qebûl nekirin û diyar kir ku zilm çewisandin birçîbûn û mirinê tîne. Afîfe destnîşan kir ku tundî û şer xeletiyeke mezin e û wiha got: “Ez dixwazim îxanet bi dawî bibe. Dest ji vê çewtiyê berdin. Dawî li îxanetê bînin. Bi taybetî jî divê Malbata Barzanî dawî li vê xiyanetê bîne û axa xwe nefiroşe. Divê êdî hûn nebin sedem ku dijmin berê xwe bide kurdan."
 
'Mirin ne çareserî ye çareserî yekitî ye'
 
Afîfe da zanîn ku Kurd aştî û yekîtiyê dixwazin û got, divê Kurd dev ji firotina axa xwe berdin û ev tişt got, “Dayik tim diêşin. Ji ber vê yekê dayik aştiyê dixwazin. Mirin ne çare ye. Em mirinê naxwazin. Çareserî ne mirin e çaereserî yekitî ye. "Em kuştinê naxwazin, ji kê û ji ku tê bila bê."  Afîfe, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şer şûtin û girtin zêde bûne û wiha got: “Yên ku gotinekê tînin ziman yan tên kuştin yan jî tên girtin. Yan dê wek wan bin, çi dibêjin dê bikin û an jî dê bên kuştin. Yên ku nayên kuştin jî tên girtin.”
 
'Bila dest ji dagirkirina axa gelan berdin'
 
Dayika Aştiyê Rahîme Aksû jî destnîşan kir ku ew dixwazin şer raweste û bal kişand ser êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Rahîme jî diyar kir ku mafê Tirkiyeyê nîne bikeve Rojava û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê bi bîr xistin. Rahîme wiha berdewam kir: “Darên me yên zeytûnan dibirin û dişewitînin, xwezaya me qetil kirin. Mafê wan ê vê yekê bikin nîne. Bila êdî dest ji dagirkirina axa gelan berdin. Efrîn wêran kirine. Gelê wir neçar ma koç bike. Her roj bi balafiran bombeyan dibarînin û mirovan qetil dikin. Tenê sê kes li Qamişlo kuştin. Lewma divê hemû Kurd bibin yek. Divê demildest şer raweste. Şerê ku dibe sedema mirina mirovan di heman demê de mirovan xizan jî dike.”
 
Li Başûrê Kurdistanê herî kêm 7 kes hatin kuştin
 
Kesên ku di van du salên dawî de li Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin kiryarên  7 kesan têkiliya wan bi  MÎT’ê re heye. Lêbelê, darizandin tune ye. Navê 7 kesên hatin qetilkirin wiha ne:
 
16’ê Îlona 2021’ê: Ferhat Bariş Kondu yê ku ji ber zextên li Tirkiyeyê ji Bakur koçberî Başûrê Kurdistanê bû û li wê dixebitî, li cihê kar ji aliyê kesekî rûpoş ve bi êrîşeke çekdarî hat qetilkirin.
 
17 Îlona 2021'ê: Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukru Serhat) li Silêmanî ku ji ber nexweşiya xwe ji bo dermankirinê çûbû, di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.
 
17 Gulana 2022'yan: Siyasetmedarê Kurd Mehmet Zekî Çelebî di 17ê Gulana 2022 de li Silêmanî di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin. Di qeydên deng de derket holê ku Zekî Çelebî yê ku berê hatibû tehdîtkirin, di 18'ê Gulanê de ji aliyê MÎT'ê ve jî hatiye tehdîtkirin.
 
28'ê Tebaxa.2022'yan: Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî, nivîskar, lêkolîner û çalakvanê siyasî Suheyl Xurşîd Ezîz (Mamoste Şemal) li Kifrî li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin.
 
4'ê Cotmeha 2022'yan: Rojnameger Nagihan Akarsel, endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora kovara Jîneolojiyê, li Silêmanî ku bi salan lê dima, li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin. Kuştina Nagîhan bi taybetî li Kurdistan, Rojhilata Navîn, Ewropa û Tirkiyeyê li gelek deverên cîhanê hate protestokirin. Dewleta Tirk hema bêje cenazeyê Nagihan revand û hewl da ku rê li ber veşartina cenaze  bigire. Nagîhanê di bin dorpêçê de  li gundê Golyazî yê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ku lê ji dayik bû hat definkirin. Li gel dorpêçê jî Nagîhanê bi merasîmê hat definkirin, der barê rojnamegerên ku beşdarî merasîma cenazeyê Nagihan bûn de lêpirsîn hat destpêkirin. Îsmaîl Peker ku Nagihan qetil kir, piştî ku ji aliyê Asayîşa Silêmanî ve hat girtin, di îfadeya xwe de li xwe mikur hat ku ji bo vê qetlîamê pêk bîne ji Tirkiyeyê hatiye Silêmaniyê û ji bo ku ê qetlîamê bike pere jî wergirtiye.
 
17.Nîsana2023'yan: Welatparêzê Kurd Huseyîn Türelî li Duhokê hat kuştin.
 
09'ê Hezîrana 2023'yan: Li Başûrê Kurdistanê endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan li Silêmanî di encama êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin. Huseyîn ku 16 salan di girtîgehên Tirkiyeyê de ma, jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir.
 
Li Başûrê Kurdistanê sûîqest, li Rojava SÎHA
 
Di dema ku li Başûrê Kurdistanê Kurd bi rêbazên sûîqestê dihatin qetilkirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wargeh, dibistan, saziyên tenduristiyê û wesayît bûn hedefa bomberdûmana balafirên şer ên hewayî-SÎHA û komên çete. Navên hin ji wan kesan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê-SÎHA û komên girêdayî Tirkiyê ve hatine kuştin wiha ne:
 
12’ê Cotmeha 2019’an: Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef di roja 4’emîn a êrîşên li ser bajarên Girê Spî û Serêkaniyê de li ser rêya Qamişlo hat qetilkirin. Hevrîn siyasetmedara Kurd bû ku pêşengiya Şoreşa Rojava dikir û bi salan e di vî warî de dixebitî.
 
23 hezîrana2020'î: Li gundê Hêlince yê Kobanê li dijî mala ku jin lê bûn, endamên Koordînasyona Herêmî ya Kongra Star Firat Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl û hoste Emîne Weysî di encama êrîşa SÎHA’yê de hatin qetilkirin. 
 
22’ê Tîrmeha 2022’an: Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekineyên Parastina Jin (YPJ) Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan ku bi boneya 10’emîn salvegera  Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn a li bajarê Qamişlo pêk hat çûn Qamişloyê. Di encama êrîşê de hatin qetilkriin.
 
26 Tîrmeh 2022: Zaroka bi navê Fehîma Reşo (17) ku di êrîşa Til Rifetê de bi giranî birîndar bûbû, 2’ê Tebaxê jiyana xwe ji dest da.
 
16'ê Tebaxa 20222:yan: Di êrîşa SÎHA ya li dijî Taxa Sînaa ya Qamişlo de 2 jê zarok (Ehmed Elî Hisên û Aheng Ekrem Hisên) 4 kes hatin qetilkirin.
 
16'ê Tebaxa.2022'yan: Zarokê bi navê Ebid Mihemed Hecî (12) di êrîşa bombeyî ya li ser gundê Zorava yê rojavayê Kobanê de jiyana xwe ji dest da.
 
18’ê Tebaxa 2022’an: Li gundê Şemoka yê li ser rêya Hesekê-Til Temirê, di encama êrîşên SÎHA’yan de 4 zarok hatin qetilkirin.
 
20'ê Hezîrana 2023'yan: Herî dawî bi sîhayên aîdê Tirkiyeyê li ser rêya Qamişloyê li dijî wesayitekê êrîş pêk hat û di encamê de Hevseroka Qantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û ajovanê wesayitê Firat Tuma hatin qetilkirin.