Ji Peymana Stenbolê heta 6284’an berxwedan ranaweste!

  • 09:05 1 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Peymana Stenbolê di şevekê de hat feshkirin û biryara feshkirinê di 1’ê Tîrmeha 2021’ê de ket meriyetê. Jinan li dijî vê bi berxwedana ku li kolanan dan diyar kirin ku wê têkoşînê bidomînin. Jin îro heman berxwedanê ji bo 6284’an didin.
 
Tundiya mêr-dewletê li Kurdistan û Tirkiyeyê bê navber didome û ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê gumanbar cesaretê digirin û sûcên xwe didomînin. Li aliyê din jî mêr-dewlet-daraz gumanbaran diparêzin. Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di şevekê de Peymana  Stenbolê ya jin diparast fesh kir. 
 
Karneya 21 salan a komkujiyan
 
Peyama Konseya Ewropa ya Der barê Têkoşîn û Pêşîgirtina Tundiya li Hember Jinê yanî bi navê Kurd Peymana Stenbolê, ji aliyê Konseya Ewropa ve hat amadekirin û gelek welatan îmze kir û di mijara tundiya li hember jinê de berpirsyariyê dide ser welatên berpirs. Ji roja AKP bûye desthilatdar ji 2002’yan heta niha tenê di 21 salî de 7 hezar û 990 jin hatine qetilkirin. Ev jî gotinên desthilatdariyê dirizîne.
 
Di şevekê de ji meriyetê hat rakirin
 
Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan 10 sal şûnde di 20’ê Adara 2021’ê de piştî bernameyên 8’ê Adarê şûnde di 20’ê Adara 2021’ê de di şevekê de peyman fesh kir. 
 
Li ser biryarê jin daketin qadan, dengê xwe bilind kirin û diyar kirin ku divê biryar şûnde bê kişandin. Ligel çalakiyan dest bi têkoşîna hiqûqî jî kirin. Di serî de rêxistinên jinan, partiyên siyasî, komele, rêxistinên hiqûqê ji bo betalkirina biryara serokomariyê li Dadgehabilind doz vekirin. Doz li 10’emîn Daîreya Dadgehabilind hatin dîtin. Lê Dadgehabilind biryara ku Tayyîp Erdogan dabû li gor hiqûqê dît. Piştre îtîrazên li Lijneya Daîreya Doza Îdarî ya Dadgehabilind (DÎDDK) hatin kirin jî hatin redkirin. Jinan diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin û gotin wê mijarê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn. Di 1’ê Tîrmehê de peyman ji meriyetê bi giştî hat rakirin.
 
Piştî rakirina peymanê têkoşîna jinan û tiştên hatine jiyîn me kom kirin.
 
Piştî rakirina Peymanê jin li her derê Tirkiye û Kurdistanê daketin qadan. Piştî wê şevê berxwedanê dest pê kir û jinan gotin ew dest ji peymanê bernadin. Tevî qedexeyan jin li kolana Îstîklalê hatin gel hev.
 
Hêrsa wan daket Taksîmê
 
Piştî rakirina Peymanê bi hezaran jin bi banga Koma Kampanya Peymana Stenbolê Pêk Bînin li Tunela Taksîmê hatin gel hev. Polîsan hemû rê girtin û bi hezaran hêzên çewîk dora wan girtin. Lê jin bi biryar bûn. Jin seranserê çalakiyê dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî piştevaniya jinan’ berz kirin. Li ber Metroya Şîşhane pêşiya jinan hat girtin. Jinan demek dirêj çalakiya xwe domandin. Jinan diyar kirin ku ew biryarê qebûl nakin. 
 
Jinên li ber barîkatên polîs sekinîn navê jinên hatine qetilkirin xwendin û gotin ‘em li vir in’. Ligel vê hêrsa li dijî Tayyîp Erdogan dihat qîrin. Li dijî hemû êrîşên polîsan jinan barîkat bi berxwedanê yek bi yek hilweşandin.
 
Berxwedana jinan a ji hezaran gihişt dehzaranî, bi saetan berdewam kir û polîs li dijî berxwedana jinan şûnde vekişiyan. Jinan carek din diyar kirin ku ew dest ji peymanê bernadin û piştî vê dawî li çalakiya xwe anîn.
 
Jinan kolan terk nekirin
 
Di dawiya şevê de li kolana herî qelebalix a Stenbolê, barîkat ji aliyê jinan ve hatin wêrankirin û tevî hemû êrîşan çalakiyeke di encama berxwedana jinê de derket holê pêk hat. Bi çalakiya re jinan hesabê jinên hatine hetilkirin pirsîn û gotin ew biryarên dijminê jinê qebûl nakin. Jinan ji wê rojê şûnde tu car kolan terk nekirin.
 
Dadgeha Bilind biryar li gorî hiqûqê dît
 
Di serî de rêxistinên jinan, partiyên siyasî, komele, rêxistinên hiqûqê ji bo betalkirina biryara serokomariyê li Dadgehabilind doz vekirin. Doz li 10’emîn Daîreya Dadgehabilind hatin dîtin. Lê Dadgehabilind biryara ku Tayyîp Erdogan dabû li gor hiqûqê dît. Piştre îtîrazên li Lijneya Daîreya Doza Îdarî ya Dadgehabilind (DÎDDK) hatin kirin jî hatin redkirin. Jinan diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin û gotin wê mijarê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB).
 
Niha jî 6284 di hedefê de ye
 
Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ku Peymana Stenbolê bi biryarnameyekê fesh kir, niha jî qanûna hejmara 6284'an dike hedef. Di hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê de AKP û MHP’ê Tifaqa Cumhur ava kirin û Partiya Refaha Nû û Huda Par xist tifaqê û  van her du partiyan betalkirina qanûna 6284'an wek şert dan pêş. Piştî hilbijartinan Tifaqa Cumhur ku careke din bû desthilatdar guherîna destûra bingehîn anî rojevê û dixwazin qanûna hejmara 6284'an di çarçoveya guherînê de rakin.