Zextan pê şûnde gav neda avêtin

  • 09:04 1 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Hamdiye Ozdaş a li Bismilê dijî diyar kir ku piştî têkoşîna azadiya Kurd nas dike her tim bi zextên dewletê re hatiye rû hev lê tevî vê dest ji têkoşîna xwe bernedaye.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê ku tundiya mêr her diçe zêde dibe li Kurdistanê jin tundî û zextan dibînin. Yek ji van jinan Hamdiye Ozdaş a li Bismil a Amedê dijî ye. Hamdiye ya di têkoşîna jinên Kurd û azadiyê de cih digire tiştên di pêvajoya têkoşînê de jiyaye vegot.
 
Çi ji destê wê hatiye kiriye 
 
Hamdiyeyê da zanîn ku li gund bi malbata xwe re dijiya û wiha dirêjî dayê: “Di malbatê de tu zor tunebû. Ez li malbata xwe gelek rehet dijiyam. Rojekê hevjînê min hat gundê me. Me hev nas kir. Me ji hev hez kir. Em zewicîn û hatin Bismilê. Malbata em hatinê pir qelebalix bû. 4 bira bûn. Yê biçûk hevjînê min bû. Hevjînê min welatparêz bû. Malbatê jî nedixwest. Em rabûn veqetiyan. Piştre bi awayekî çalak tevli têkoşînê bû. Çi ji destê wî dihat dikir. Girêdayê têkoşînê bû.”
 
‘Min navê kurê xwe kir Egît’
 
Hamdiyeyê anî ziman ku rojekê leşkeran bi ser mala wan de girtiye û wiha domand: “Ez û zarok li malê bûn. Ez tirsiyam. Ji ber vê min navê xwe şaş dabû. Ji ber vê nîqaş derket. Hevjînê min hat û min got ez vê rewşê qebûl nakim. Lê wî got netirse. Hevjînê min pir welatparêz bû. Bi gotinan naqede. Ez pê serbilind im. Rojekê got wî rehet bernadin wê biçe derveyê welat. Lê neçû. Di 1992’yan de tevli PKK’ê bû. 5 keç û kurekî min çêbû. Hevjînê min rojekê geriya û got navê wî ya bikin Egît ya Bawer yan jî Hogir. Me navê wî Egît danî.”
 
‘Ez pê serbilind im’
 
Hamdiyeyê bal kişand ser têkoşîna xwe û wiha dirêjî dayê: “Piştî wî têkoşîna min dest pê kir. Ez di her karî de xebitîm. Zarokên min biçûk bûn. Min mirîşk xwedî dikirin. Min sebze diçand. Ez diçûm ser erdan dixebitîm. Ez bi hevjînê xwe serbilind bûm. Em di demek zehmet de derbas bûn. Me tu agahî jê negirt. Ez di riya wî de çûm. Ji bo me pir zehmet bû. Keça min bi salan li bavê xwe geriya lê nedît. Min zarokên xwe mezin kir zewicandin. 32 sal şûnde em fêr bûn ku hevjînê min şehîd ketiye. Em pê serbilind in.”
 
Ez tecrîdê lanet dikim
 
Hamdiyeyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ew tecrîdê lanet dike û divê demildest aştî bê û ev tecrîd bi dawî bibe. Hamdiyeyê bang li hemû kesî kir ku li dijî tecrîdê bibin yek deng û bila kezeba kesî êdî neşewite.