Piştevaniya Mor a bi mexdûrên erdhêjê re: Em dikarin bi rêxistinbûnê biguherin

  • 09:03 1 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Endama Piştevaniya Mor Asli Elîbol diyar kir ku ji roja erdhêjê ya ewil de bi jinên bûne mexdûrê erdhêjê re di nava piştevaniyê de ne û têkoşîn û berxwedan mezin kirine. Asliyê banga rêxistinbûna jinan kir û got: “Em dikarin bi hev re biguherin. Em dikarin bi hev re her tiştî biguherin.”
 
Di ser erdhêja 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş bû pêk hat û bandor li 11 bajaran kir de çar meh derbas bûn. Di erdhêjê de bi dehezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran kes birîndar bûn, bi deh hezaran xanî hilweşiyan. Piştevaniya Mor ji roja ewil de ye bi jinên herêmên erdhêjê re di nava piştevaniyê de ye. Her cureyê alîkariyê dan û hewl dan birînên wan bikewînin.
 
Endama Piştevaniya Mor Asli Elîbol ji ajansa me re der barê piştevaniya û berxwedana jinê de axivî.
 
Ji bo jinan kon vedan
 
Asliyê destnîşan kir ku ji roja ewil de bi jinên Hatayê re piştevanî meşandine û hewl dane pirsgirêk û hewcedariyan çareser bikin. Asliyê wiha got: “Me li sê herêman kon vedan. Me li Stenbol, Hatay Samandag, Edene û Mersînê pergal ava kir. Ez herî zêde çûm Samandagê. Rojên ewil kon tunebûn. Konekî me yê biçûk hebû. Me tişt li gel belav dikir. Me hewcedariyên jinan çareser dikir. Me rojên ewil bi taybet ji bo jinan kon ava kirin. Me bernameyên zarokan çêkirin. Me bi zarokan re dilîstin.” 
 
Tax bi tax piştgiriya psîkolojîk
 
Asliyê bal kişand ser piştgiriya psîkolojîk û wiha dirêjî dayê: “Me planên amade kir, pêk anî. Em bi jinan re hatin gel hev, me civîn kirin. Demên ewil der barê pirsgirêka hîjyenê de me kît û alavên paqijiyê belav kirin. Me tax bi tax piştgiriya psîkolojîk da. Li herêmên erdhêjê gel piştgiriyek mezin dida. Ji bo jin û zarokan bernameyên sîstematîk pêk hatin. Heta ji destê me dihat me bername ji bo zarokan dikir. Em ji bernameyan ber bi rêxistinbûnê ve çûn. Komek me ya jinan a nêzî 500 kesî hebû. Jinan bi piştevaniyê xwe rêxistin kirin.”
 
Asliyê destnîşan kir ku her ku bi jinên erdhêjzede re ketine nava têkiliyê xwe gîhandine pirsgirêkên wan û got: “Jinên qet nediaxivîn hebûn. Me ewil digot hûn çawa ne li ku dimînin û piştre em diaxivîn. Jin û zarok ji erdhêjê pir zêde bi bandor bûn. Ji bilî vê ji keda jinan li malê dihat binpêkirin. Piştî erdhêjê jî vê berdewam dikir. Jin gelek bi bandor dibûn.”
 
Berxwedana mezin dibû…
 
Asliyê bi lêv kir ku hewl dane ji bo jinan qade azad biafirînin û got: “Her ku em diketin nava têkiliyê wan pirsgirêkên xwe dianîn ziman. Pirsgirêk zêdetir dihatin ziman. Demên ewil erdhêj dihat axaftin piştre behsa pirsgirêkên jinan hat kirin. Bi atolyeya zayendî re em ketin mijarên ku qet jinan nediaxivîn. Belkî di jiyana xwe de tiştekî ku qet neaxivî bû û em axivîn. Belkî ev tiştekî biçûk bû lê berxwedan mezin dibû. Ev 4 meh in gel bi hêza xwe li ser piya ne. Berxwedanek mezin heye. Rojên ewil dewletê kon difrot gel û digotin em xwe nagihînin Hatay û Samandagê. Lê em li wir bûn. Lê piştî demekê Erdogan hat Hatayê heta hat Samandagê. Li taxekê hevdîtina me hebû. Em diçûn hevdîtinê. Di nav me de jinên bûn mexdûrên erdhêjê yên endamê me bûn, hebûn. Li wir rê çêdikirin. Hevala me got ev du sal in ev rê nedihat çêkirin. Heta em çûn civînê hatin rê temam kiribûn. Dewletê di saetekê de rê çêkir.  Em di pêvajoyeke ku divê xwe rêxistin bikin de ne. Em dikarin bi hev re hinek tiştan biguherin. Ne bi tena serê xwe em dikarin bi yekîtiya xwe hinek tiştî biguherin.”