Selma Gurkan: Me bernameya xwe baş venegot!

  • 09:06 30 Hezîran 2023
  • Ramyarî
Dilan Babat 
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya Partiya EMEP’ê Selma Gurkan piştî hilbijartinan civîna ku pêk anîne nirxand û got gelê Kurd biryara ku tevgera siyasî girtiye pêk anîne û Tifaqa Ked û Azadiyê bûye bersiva bernameya guherînê lê ew di alî vegotina bernameyê de qels mane.
 
Piştî hilbijartinan Tifaqa Ked û Azadiyê di 14’ê Hezîranê de civîna xwe pêk anîn. Hevseroka Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan der barê hilbijartinan û civîna ku pêk anîne de axivîn.
 
Ev ne serkeftin e
 
Selmayê daxuyakirin ku hilbijartin bi dawî bûne lê nîqaş bi dawî nebûne û pêvajoyeke hilbijartinê ya dijdemokratîk jiyane û got: “Bi derew, montaj û manîpulasyonan, bi zextan hilbijartin derbas bûn. Ji aliyê desthilatdariyê ve propagandayekek hilbijartinê ya newekhev pêk hatiye. Çavkaniyên hilbijartinê ji desthilatdariyê re hatine bikaranîn. Tevî vê serkeftina dixwestin bi dest nexistin. Di sindoqan de Erdogan derketibe jî di parlamentoyê de piranî ya AKP’ê ve ji dengên ji sindoqan derketine bêguman mijara nîqaşê ne. Erdogan li Enqere, Stenbolê nebû partiya yekemîn. Dengên wan daketine ji sedî 35’an. 12 puan winda kirine.”
 
‘Gelê Kurd hewcedariyên biryarê pêk aniye’
 
Selmayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku dema ku namzetê serokomariyê derdixistin erdhej pêk hatiye û wiha dirêjî dayê: “Me di mehekê de karê ku desthilatdariyê nekir, pêk anîn. Tifaqa Ked û Azadiyê jî tê de bi hêz û hêzên civakî re. Cihê ku desthilatdarî neçûyê em çûnê. Me xwe gîhand wan. Me bi encamên ku hilbijartinê afirandin re têkoşîn da. Lê gelê Kurd tevî hemû encaman bandora tiştên hewce dikir anîn cih.”
 
‘Em di alî vegotina bernameyê de qels man’
 
Selmayê bal kişand ser bernameya Tifaqa Ked û Azadiyê û wiha dawî lê anî: “Me riyek da ber gel. Me ev îdia derxist û me wisa got: “Bernameya tifaqa Cumhur jî ya Mîlet jî ji pirsgirêkan re nabe çareserî. Ji demokratîkbûnê re nabe çareserî. Çareseriyek mayînde nayne. Ya rast bernameya Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Lê mixabin me bername bi awayekî têr venegot. Di vegotina bernameyê de em qels man. Piştî hilbijartinan me civîn pêk anîn. Piştî hilbijarjtinan me wek her kesî tifaqa xwe belav nekir û em ji hev veneqetiyan. Wek Tifaqa Ked û Azadiyê li dijî gelan berpirsyariya me heye. Me civîna yekemîn pêk anî. Em ê berpirsyariyên xwe bînin cih. Em ê dakevin qadan.”