Têkoşîna jinan ji her demê zêdetir pêwist e

  • 09:05 30 Hezîran 2023
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Endama Piştevaniya Mor Dîdar Gul da zanîn ku piştî hilbijartinan êrîş zêde bûne û got ji her demê zêdetir hewce bi têkoşînê heye.
 
Di 19’ê Hezîranê de li Enqere û Îzmîrê bi ser malan de hat girtin û endama Piştevaniya Mor Selda Kondakçi, Ruya Ozgur û Melîke Buyuk hatin binçavkirin û li Îzmîrê jî endama Koordînasyona Navenda TOP Hatîce Goz hatibû binçavkirin û biribûn Enqereyê. Endama Piştevaniya Mor Dîdar Gul der barê mijarê de axivî û da zanîn ku têkoşîn ji her demê zêdetir pêwist e.
 
Dîdarê da zanîn ku êrîşên li hember tevgera jinên Kurd, doza li Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, Girtina Komeleya Piştevaniya Mor a Antakyayê parçeyek êrîşên desthilatdariyê ne û got: “Herî dawî di 19’ê Hezîranê de operasyona binçavkirinê pêk hat û gelek hevalên me hatin binçavkirin.”
 
‘Naveroka dosyayê vala ye’
 
Dîdarê daxuyakirin ku 4 endamên Piştevaniya Mor bêyî hincet bi dosyayek vala hatine binçavkirin û got: “Bi delîlên tune bi rêxistin û têkiliyên tune hevalên me hatin binçavkirin. Pereyên wan ên dawetê wek pereyên rêxistinê nîşan dan. Hewl didin Piştevaniya Mor krîmînalîze bikin.”
 
‘Me dizanibû wê êrîş zêde bibin’
 
Dîdarê daxuyakirin wan dizanîbû wê êriş zêde bibin û got: “Hatîce Goz berê ji dosyayekê hatibû girtin. 6 meh şûnde berat kir. Hewl didin ji ser dosyayên vala tevgera jinan krîmînalîze bikin. Desthilatdarî ji hêza jinan ditirse. Ji ber vê jî li dijî tevgera jinan bi armanca çewisandinê êrîşa pêk tîne. Lê di dema êrîşan de bersivên xurt tên dayîn. Em hêza xwe jî ji vir digirin.”
 
‘Têkoşîn ferz e’
 
Dîdarê da zanîn ku têkoşîna jinan ji her demê zêdetir pêwist e û got: “Partiya Refaha Nû, Huda Par bi AKP û MHP’ê re bû yek. Li dijî vê divê em têkoşîna xwe xurt bikin. Ez banga têkoşînê li hemû jinan dikin. Divê em ji her demê zêdetir rêxistinbûn û têkoşîna xwe xurt bikin.”