Tulay Hatîmogullari: Em dikarin modela Rojava pêş bixînin

  • 09:01 29 Hezîran 2023
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Tulay Hatîmogullari hêzên paramîlîter ên bi destê dewletan tên avakirin nirxand û diyar kir bi mantika çetebûnê di bin navê şîrketan de hêzên tên komirin wek karkerên taşeron tên bikaranîn û li dijî van hêzan modela Rojava mînakek baş e.
 
Şerê li Rûsya û Ukraynayê bê navber dewam dike, koma Wagner ku li dijî Ukraynayê şer dikir, li dijî Artêşa Rûsyayê gefa şer ragihand. Li Rûsyayê rewşek aloz hebû, leşker bi panzêran li kolanan hatin belavkirin. Serokê koma Wagner Yavgeny Prigojîn ragihand ku Encûmena Fermandariyê ya Wagnerê biryarek daye û divê xirabiya ku ji aliyê serokatiya welêt ve hatiye kirin bê rawestandin. Prigojîn di dewamê de gefa tolhildanê li artêşa Rûsyayê xwar û got: “Yên ku kurên me kuştin, bi dehan ji me kuştin, divê bizanibin ku ew dê Ii hember vê bi deh hezaran leşkerên Rûsyayê bên cezakirin. Bila kes dernekeve pêşiya me.” 
 
Li Rusyayê hêzên Wagner li dijî desthilatdariyê serî hildan û piştî vê hêzên paramîlîter dîsa hatin nîqaşkirin. Li Rûsyayê Wagner, li Tirkiyeyê SADAT û OSO. Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Edenê Tulay Hatîmogullari hêzên paramîlîter nirxand.
 
*Çend roj in serhildana Wagner ku avabûnek paramîlîter e û serhildana wê ya li dijî Rûsyayê tê nîqaşkirin. Çiye ev avabûn? Hûn dikarin hinekî behsa vê bikin?
 
Ev teşeyê avakirina yekîneyên şer û leşkerî yên nû yên pergala kapîtalîst in. Li cîhanê çend mînakan bêjim; Wagner, li Tirkiyeyê SADAT.  Teşeyên avakirina wan dişibin hev. Ji bo şer leşkeran digihînin. Ev şîrketek anonîm e. Ya Tirkiyeyê wek şîrketa bazirganiyê hatiye avakirin.  Wagner berê jî tevli gelek sûcan bibûn. Ji aliyê Evgeny Prîgojîn ku kesê nêzî Putîn bû ve hatiye avakirin. Ev ji pirtîgehê derdikeve û li Rûsyayê zincîra xwarinê ava dike. Karê wî ev e lê koma Wagner ava dike. Putîn bi van re kar dike. Operaysonên dersînor bi van dikin. Li derveyê welat bi van kesan şer didin kirin. Mantika çetebûna nav dewletê ye. Wek şîrket tên avakirin û kesên tê de wek karkerên teşeron bi kar tînin.
 
*Bi Wagner re hêzên paramîlîter hatin nîqaşkirin. Wek Blackwater a DYA’yê. Berê  hatibû rojevê. DYA’yê ev hêz di serî de li Iraqê û gelek cihên Rojhilata Navîn bi kar anîn. Hûn van çawa dinirxînin?
 
Dema nû de gelek dewlet  bi hev re di gîrîftê de ne. Berê sînorên welatan hatine xêzkirin. Niha di têkilkiyên hêzên cîhanê de qert ji nû ve tên şikandin. Heta niha hegemonya DYA û rojava li ser Rojhilata Navîn pir girîng bû niha Çîn, Rûsya û Hîndîstan bûne hevkar û hêzî DYA ne hêza mezin e û li hember wan lîderiya Çîn ava bûye. Di rêbazên şer de tiştên pir cuda tên şopandin. Em dikarin ji ser Sûriyeyê mînak bidin. Li Sûriyeyê şerê wekaletê hat meşandin. Ji bo berjewendiyan li Sûriyeyê şer tên meşandin. Ji bo encam bê bidestxistin Rûsyayê hêzên Wagner bi kar anî. Tirkiyeyê OSO bi kar anî. Tirkiyeyê li Lîbyayê SADAT bi kar anî. Rûsyayê li wir Wagner bi kar anî. Li Lîbyayê bi hêzên Wagner re wek ku peymana bazirganiyê bê kirin. Ev şerê lîstikê ye. Dema hêzên Wagner li wir şer dikirin wek ku Rusan gel kuştiye tê dîtin. Lê Wagner wan dikuje. 
 
*Ev hêz herî zêde li ku derê hatin bikaranîn?
 
Ev hêz îro li Rojhilata Navîn û Ewropayê zêdetir tên bikaranîn. Di vê dema şerê emperyalîst tê meşandin de li cihên ku şerê vekaletê tê meşandin (Lîbya Suriye) ev hêz li qadan şer dikin û dikevin nava pevçûnan. Navê wê jî rêveberiyên welat nakevin şer. Ev ne rast e. Ya rast ev e ku ew bixwe dikevin şer. Divê ev baş bê teşhîrkirin.
 
*Ev hêz ji aliyê kê ve tên avakirin. Der barê vê de nirxandina we çiye?
 
Wagner ji aliyê Yevgenî Prîgojîn ve tê avakirin.  Piştî ji girtîgehê dertê zincîra xwarinê ava dike. Hevalê Putîn e. Rusya ji van re butçeyê vediqetîne. Vê komê li Rûsyayê şer kir. Rûsya ji bo leşkerên wan zêde nemirin kom şandin wir. Tirkiyeyê jî heman rêbaz ceriband. SADAT jî wek şîrketa anonîm a bazirganî û sanayî ya înşatê hat avakirin. Tirkiye bi SADAT’ê sînor nema, ji ber ku SADAT li Tirkiyeyê veguherî avabûnek ku hatiye teşhîrkirin. Adnan Tanriverdî SADAT va kir. Hêzên SADAT’ ê wek artêşa hêzên çekdarî yên tirk xwe rêxistin dike.
 
*Tirkiyeyê SADAT wek avabûna ku Tirkiye piştgiriyê didê tê zanîn. Bi taybet çek şandin ji El Nus re. Pişte li gelek cîhan me navê wan bihîst. Hûn vê çawa dinirxînin?
 
Gelek baskên El Nusra jî hene. DAIŞ jî heye. AKP’ê ji roja şerê Sûriyeyê dest pê kiriye piştgiriyê didin van koman. Li kampên penaberan yên Riha û Hatayê perwerde dan van koman. Hemû cîhanê ev dît. El Nusra, OSO. Tirkiyeyê piştgiriyek mezin da wan. Lê bi ser neket. Piştre Tirkiyeyê piştgriyek mezin da OSO. Ji bo OSO’yê gotin Kuveyi Mîlliye ya Sûriyeyê. Dixwazin bi gelê Kurd serî bidin tewandin. Pêşî li têkoşîna wan bigirin. Rêxistinek wek DAÎŞ’ê li dijî hikumetê şer da destpêkirin. DAIŞ’ê ne tenê li wir li Iraq û Şamê jî hedef kir ku dewleta îslamî ava bike. Van hedefan gelek aliyên Tirkiyeyê jî dihewandin. Hedef dikirin dewleta îslamî ava bikin. Lê ev rêxistin li dijî gelê Kurd têk çû. Bi têkoşîna gelê Kurd re hat rû hev. Kurd mafên xwe dixwazin. Nabêjin em bibin welatekî din. Tişta dixwazin welatîbûna wekhev e. Lê Tirkiye bi hevkariya OSO operaysonan dike. Em dikarin OSO bişibînin Wagner.
 
*Ji bo pêşîgirtina van koman divê çi bêkirin?
 
Li cîhanê gelek titş diguherin. Em di qada navneteweyî de demek nû dijîn. Projeya Çînê pêngava projeya ku hegomonyayek aboriyê ya nû ava dike, vedibêje. Di hîmê şerê Rûsya û Ukraynayê de ev heye. Çîn, Hîndîstan û Rusya bi awayekî cidî hebûna xwe didin nîşandan. Em ketine sedsaleke ku di alî leşkerî û aborî de geşedanên mezin tên jiyîn. Şerên girîng tên jiyîn. Di van şeran de wê hêzên wek Wagneri SADAT, OSO zêde bibin. Li dijî van model hene. Modela Rojava bi rastî modek têkoşînê ya mînak e. Divê em vê modelê belav bikin.