Revan Mihemmed: 13 welatî got çareserî Îmraliye

  • 09:15 24 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Endama Meclîsa Partiyê ya PYD’ê Revan Mihemed ku der barê komxebata ‘Rojhilata Navîn ya Demokratîk- di riya diçe aştiyê de em bi hev re’ ya li Beyrutê pêk hat û ji 13 welatan kes tevli bûn de axivî û diyar kir ku hemû kesên tevli komxebatê bûne diyar kirine ku çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, Îmraliye û projeya netewa demokratîk e.
 
Bi hevkariya Kongreya Federal a Daîmî ya Lubnanê, Komeleya Çanda Newrozê, Platforma Rojhilat a Pirçandî, Demokratia Novu Orao Seclorum û RESILIENT BEIRUT li Beyrut a Lubnanê bi ser navê ‘Rojhilata Navîn ya Demokratîk- di riya diçe aştiyê de em bi hev re’ di 13-14’ê hezîranê de komxebat pêk hat. Ji Lubnan, Iraq, Tunus, Sudan, Fîlîstîn, Urdun, Misir, Başurê Afrîkayê, Îran, Tirkiye, Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 200’î zêdetir hiqûqnas, siyasetmedar û akademîsyen tevli komxebatê bûn. Komxebat du rojan berdewam kir û sernavên wekê ‘Krîza global û bandorên li Rojhilata Navîn’, ‘rêveberiyên gel û astengiyên li pêş’ û gelek mijarên din hatin nîqaşkirin. Encamnameya komxebatê jî hat  weşandin.
 
Endama Meclîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Revan Mihemed ku tevli komxebatê bibû der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Civînek stratejîk’
 
Revanê da zanîn ku erdnîgariyek pir cuda ya Lubnanê heye û di pergala wê de jî gelek pirsgirêk hene. Revanê wiha dirêjî dayê: “Gelek ol, mezheb hene. Di vê mijarê de Lubnan pirsgirêkên cidî dijî. Di civînê de pirsgirêkên wan jî hatin nîqaşkirin. 13 welatî kes tevli bûn. Pirsgirêk hatin ziman. Civînek stratejîk bû. Pirsgirêkên hatin ziman jî hemû girêdayên hev bûn.”
 
13 welatan got çareserî Îmraliye 
 
Revanê destnîşan kir ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn girêdayên çareseriya pirsgirêka Kurde û wiha daxuyand: “Yekane tişta şer bidawî bike çareseriya pirsgsirêka Kurd e. Ji bo ev şer bidawî be divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Divê heyet biçin Îmraliyê. 13 welatan li wir pirsgirêkên xwe anîn ziman. Nîşan dan ku çareserî Îmraliye. Pirsgirêk bi paradîgma netewa demokratîk a Ocalan dikare çareser be. Hemû axaftin li dora rêberiyê hatin kirin. Serokatî 2 sale di bin tecrîda giran de ye. Tu agahî jê nayê girtin. Ji ber vê jî krîz her diçe mezin dibe.”
 
‘Jinên Kurd bûn model’
 
Revanê  diyar kir ku der barê ku jîneolojî çima derketiye holê de nîqaş hatine meşandin û wiha dirêjî  dayê: “Berxwedan û têkoşîna jinên Kurd hat nîqaşkirin. Têkoşîna jinên Kurd a li Rojava li dijî DAIŞ’ê hat nîqaşkirin. Li dora Rêber Apo nîqaş hatin meşandin. Hevserokatiya ku Rêber Apo ava kiribû wek çareserî hat nîşandan. Hevserokatî mînak hat nîşandan. Jinên Kurd bûn model.”
 
‘Ya mafan bîne netewa demokratîke’
 
Revanê daxuyakirin ku li her qadê li dijî fikrên Abdullah Ocalan êrîş pêk tên, plan û proje tên pêşxistin lê bisernavekin. Revanê wiha domand: “Pirsgirêkên sereke yên navbera Sûriye, Îran û Tirkiyeyê de tên jiyîn bi armanca şûnde xistina fikriyata Rêber Apo pêk tên. Hewl tê dayîn ku pê şûnde gavê bide avêtin. Lê her kes pirsgirêkê jî û çareseriyê jî baş dizane. Li Rojhilata Navîn sêyemîn şerê cîhanê heye. Ev bi xwe re wê gelek pirsgirêkan bîne. Ya ku gelan bigihîne mafên wan û pêşerojê diyar  bike fikra Rêber Apo  yanî netewa demokratîke.”
 
Revanê der barê encamnameya komxebatê de jî agahî dan û got: “Di komxebatê de hat gotin ku divê fikriyata Rêber Apo bikeve pratîkê. Heta jin azad nebin civak jî azad nabe. Modela jina azad li Rojava Kongra Star ava kir. Tevli hemû xebatan dibe. Hêza leşkerî asayîşê YPJ’ê ava kir. YJA STAR li çiyayên Kurdistanê berxwe dide. Li Rojava modela jina demokratîk azad heye. Divê tecrî da li ser Rêber Apo bê rakirin.Li welatên Ereb ev komxebat wê pêk bên.”