‘Navê din ê asîmîlasyonê kirine perwerde’

  • 09:07 23 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 Rozerîn Gultekîn 
 
STENBOL - Endama Komîsyona Bawerî û Gelan a HDK’ê Nergîs Guzel  der barê projeyên ÇEDES’ê de nirxandin kir û got navekî din yên asîmîlasyonê êdî perwerdeye û wiha domand: “DAIŞ’ê hewl da kevneşopiya îslamî bîne Rojhilata Navîn. AKP jî berdewama wê ye. Divê civak rabe ser piyan. Ger em ciwanên xwe winda bikin em ê heqîqeta xwe winda bikin."
 
AKP’ê di 20 sal desthilatdariya xwe de li Tirkiyeyê pergala perwerdê gelek caran guhert û pergala perwerdê bi giştî ji qada laîk dûr xistiye û gelek dibistan veguhert Lîseyên Îmam Hatîp. Bi vê mudaxaleyî perwerdehiyên tevlihev jî kirin. AKP’ê vê carê li Îzmîrê ‘Projeya Ez li hember derdora xwe hestiyarim, xwedî li nirxên xwe derdikevim (ÇEDES)’ bi navê din ‘Şêwirmendiya Manewî’ li dibistanekê da destpêkirin.
 
Endama Komîsyona Bawerî û Gelan Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Nergîz Guzel der barê projeyên ÇEDES’ê de nirxandin kir.
 
Çima li dijî dersên ferzkirî yên olî têkoşîn?
 
Nergîzê balkişand ser têkoşîna Elewiyan a li diî perwerda ferzkirî ya olî û got ji ber derfetên jiyankirina baweriya Elewiyan nabîne perwerda olî ya ferzkirî naxwazin. Nergîzê wiha dirêjî daye: “Bi avabûna komarê re bi yek ziman, yek ol, yek netewî hemû gel bi pêkanîna newekheviyê re hatin rû hev. Elewî ewil li Koçgirî piştre li Dêrsîm, Çorum, Mereş, Sêwasê hatin qetilkirin. Lê êdî mirov asîmîlasyonê red dikin. Dixwazin bi baweriya xwe bijîn. Dixwazin perwerda bi zimanê xwe bibinin. Lê di seranserê komarê de ev daxwaza gelan pêk nehat.”
 
‘Navê asîmîlasyon a din kirin perwerde’
 
Nergîzê di berdewamiyê de bi lêv kir ku destilatdarî bi salane hewl dide di bin navê amîle û kîsveya ol de nifşê li gor xwe biafirîne û got: “Desthilatdarî li ser ol perspektîfa jiyanê pêşkêşî gelan dike. Bi weqfa Ensar re protokol kir. Protokolên Kursên Quranê pêk anîn. Zarokan ji malbatna digirin û li gorî xwe diafirînin. Navê asîmîlasyonê yê din kirin perwerde. Perwerde mafê qanûniye lê dema bawerî têde be li gorî destura bingehîn qedexeye. Em ji aliyê desthilatdaryek kum af û hiqûqê nizane tên birêvebirin. Daxwaza wan jiyanek di perspektîfa îslamî de ye. DAIŞ’ê xwest kevneşopiya îslamê bîne Rojhilata Navîn, AKP jî berdewama wê ye.
 
‘Ji perwerda zanistî qût bûye’
 
Nergîzê wiha dirêjî daye: “Bi nifşê kîndar û oldar dixwazin li Tirkiyeyê siyaseta şer kûr bikin. Zêdetir şer, xizanî û tunebûnê diafirînin. Li Rihayê zarokek ji berk u malbatê bi zorê şand cemaetê jiyana xwe ji dest da. Zarokên vê sedsalê evqa xerabî û nebaşiyê nahewîne û ji ber vê jî tişta ku hewl didin pêk bînin, pê nagire. Niha projeyek bi navê ‘Ez li hember derdora xwe hestiyarim, xwedî li nirxên xwe derdikevim’ (ÇEDES) dikin jiyanê. Piştî hilbijartinê îcrata wan ev bû. Meleyan dişînin dibistanan. Mamosteyên rehbere tune dihesibînin. Wek şêwirmendên manewî meleyan bicih dikin. Ev jî nîşan dide ku ji perwerda zanistî bi giştî qut bûne.”
 
‘Divê civak li dijî vê rizandinê rabe ser piyan’
 
Nergîsê daxuyakirin ku divê civak li dijî vê rizandinê rabin ser piyan û wiha bi dawî kir: “Mijar ne tenê mijara jinan e, mijara hemû kesî ye. Jin li kolanê di berxwedanê de. Ji ber mêr li qadan tune ne, desthilatdarî jî ji vê cesaretê digire.Divê civak bigiştî rabe û li dijî vê rizandinê têbikoşe, serî hilde. Em ciwanên xwe winda bikin emê heqîqeta xwe civaka xwe winda bikin.”