'Wê têkoşîna me ya li dijî êrişan dewam bike'

  • 09:33 22 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan diyar kirin ku ew ê li dijî êrişan xwe biparêzin û gotin:"Rêxistinên mafê mirovan çima bêdeng e? Ev êriş û kiryarên bêexlaqî wê heya kengî berdewam be? Li dijî êrişan em ê berxwedana xwe bidomînin."
 
Êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Ji aliyekî li dijî Şehbayê êriş ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin ji aliyekî jî Hukumeta Şamê dorpêç dike. Êriş û kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li Efrînê jî dewam dikin. Jin bi tundî, tecawiz û destdirêjiyê rû bi rû dimînin. Jinên li Şehbayê bertek nîşanî êrişan dan û peyama em ê dev ji axa xwe bernedin dan. 
 
Banga li rêxistinên mafên mirovan 
 
Zekîye Hemo ya ji Efrînê koçî Şehbayê kiriye wiha got:"Li Efrînê jin û zarok tên kuştin û tecawizkirin, her wiha hemû cureyên kiryarrên bêexlaqî bi serê wan de tê kirin. Em banga hemî rêxistinên mafê mirovan dikin ku berteka xwe bidin nîşandan û li ber hemberî van kiryaran bêdeng nemînin. Di heman demê de çavê xwe vebikin û bibînin ku çi binpêkirinên mirovî li bajarê Efrînê seranserî 5 salan ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê bi ser gelê herêmê de tê. Armanca dewleta tirk û çeteyên wê a van kiryaran ew e ku dixwaze vîn, îradeya jinan bişkîne lê vîna jinan nayê şikandin û em ê li vir berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bikin heya em vedigerin ser axa xwe Efrînê."
 
'Em li pişta jinên li Efrînê ne'
 
Di heman demê de Fatmê Reşîd ji ajansa me re axivî û wiha berteka xwe nîşan da:"Ez jinek Efrînî me li Wargeha Berxwedaên ev bû 5 sal in dijîm. Lê îro kiryarên ku li Efrînê dibin kiryarên bêexlaqî ne. Em li pişta jinên li Efrînê ne. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku xwe berpirsiyar bibînin. "
 
'Ji ber şoreşa ya herî bi hêz e loma jî êriş dikin'
 
Sîham Ehmed Xelîl da zanîn ku ew ê li dijî êrişan berxwedan dewam bike û wiha got:"Li Efrînê îşkence û tecawiz li jinan tên kirin. Em vê yekê napejirînin. Ji ber şoreşa ya herî bi hêz e loma jî êriş dikin. Lê belê wê bêdengiya dewlet û rêxistinan jî heta kengî bidome?"