‘Li dijî zîhniyeta Huda Parê têkoşîn şert e’

  • 09:09 22 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Endama Piştevaniya Mor Îrem Kayikçi diyar kir ku wê li dijî polîtîkayên dijminê jinê û zarokan yên desthilatdariya AKP-MHP û Huda Parê têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin û got: “Em dizanin ku deshtilatdarî û alîgirên wan ji destkeftiyên jinan xwedî dibin. Em ê li dijî vê zîhniyetê têkoşîna xwe ji nû ve û bi awayekî herî hişk biteşe bikin. Ev têkoşîn têkoşîna rizgariyê ye.”
 
Polîtîkayên desthilatdariyê yên ku jin û zarokan hedef digirin roj bi roj giran dibin û di encama polîtîkayan de destdirêjî, tundî û qetilkirin her diçin zêde dibin. Israra di bêcezahiştinê de jî cesaretê dide gumanbaran. Piştî feshkirina Peymana Stenbolê vê carê qanûna hejmara 6284'an hedef hat girtin. Jinan diyar kirin ku wê ji bo destkeftiyên xwe dengê xwe bilind bikin.
 
Ji Piştevaniya Mor Îrem Kayikçi der barê polîtîkayên desthilatdariyê yên dijminê jin û zarokan de ji ajansa me re axivî.
 
‘Têkoşina rêxistinkirî’
 
Îremê balkişand ser girîngiya Peymana Stenbol û qanûna 6284'an û got divê xwedî lê bê derketin. Îremê her wiha destnîşan kir ku destdirêjî, tundî û qetilkirina jin û zarokan her diçe zêde dibe û got: “Ji 2012’an têkoşîneke jinan ya her diçe bilind dibe heye. Lê li hember vê jî tundî û destdirêjiya mêr a li hember jin û zarokan zêde dibe. Peymana Stenbolê di şevekê de hat feshkirin. Niha jî Qanûna 6284'an di hedefê de ye. Têkoşîna jinan a bi salan e tê meşandin gelek êrîş jî bihev re jiya. Ji 2012’an heta niha em li dijî polîtîkayên desthilatdariyê di têkoşînê de ne.”
 
‘Gumanbarên kiyarnediyaran xistine meclîsê’
 
Îremê bi lêv kir ku tarîkat, cemaat û weqif tevli pergala perwerdeyê hatine kirin û bi guhertina mufredatên perwerdeyê re li dibistanan newekheviya zayenda civakî kûrtir bûye. Îremê wiha bi lêv kir: “Bi tarîkatan re protokol tên îmzekirin. Îstîsmara zarokan tê normalkirin û hewl tê dayîn temenê zewacê bê xistin.  Gotinên wisa  ji koalisyona AKP-MHP’ê tên. Gotinên ‘destdirêjî li jinekê bê kirin jin sûcdar e, dewlet li zarok dinêre’. Ev dibe sedema normalkirina îstîsmarê. Civaka Tirkiyeyê ber bi civakek muhafazakar û spî ve diçe. Hedefa ewil jin, LGBTÎ û zarok in. Piştî hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê şûnde Huda Par û Partiya Refaha Nû yên dijminê jinê ne ketin meclîsê. Gumanbarên kiryarnediyar ên salên 90’î xistin meclîsê.”
 
‘Em ê têkoşînê ji nû ve bi teşe bikin’
 
Îremê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Desthilatdarî mekanîzmayên tundiyê ava dike. Ewil li meclîsê vê dikin. Êrîşên li dijî jin û zarokan bi mekanîzmayên cuda didin meşandin. Partiya Refaha Nû û Huda Par ji bo jin û zarokan xetereyek mezine. Em behsa partiyeke ku hebûna xwe li ser dijminahiya jin û zarokan ava kiriye, dikin. Em baş dizanin ku dixwazin civakê ji ser vê ava bikin. Li dijî vê têkoşîna me ya rêxistinkirî ji vir şûnde wê hîn tûj bê teşekirin.”
 
‘Ji destkeftiyên jinan xwedî dibin’
 
Îremê anî ziman ku di şevekê de Peymana Stenbolê hatiye feshkirin û niha jî qanûna 6284'an di hedefê de ye û got desthilatdarî ji destkeftiyên jinan xwedî dibe û got: “Dewlet îstîsmara zarokan normal dike û ji vê xwedî dibe. Têkoşîna bi Peymana Stenbolê naqede. Em têkoşîna ji bo Peymanê didomînin. Dijhiqûqî bûye pergalek. Em di demek wisa de dijîn. Li dijî vê em jin wê dest ji destkeftiyên xwe bernedin. Em wek Piştevaniya Mor rêxistinbûna xwe didomînin û kampanyaya endamtiyê jî mezin dikin.” 
 
‘Têkoşîna me zelal e’
 
Îremê wiha dawî lê anî: “Li dijî her cureyê sûcên li hember jin û zarokan helwest û têkoşîna me zelal e. Em ê bi kampanya û çalakiyên xwe têkoşîna rêxistinkirî bidomînin. Bi salane di vê  têkoşîna rêxistinkirî de bi têkoşîna xwe ya sosyalîst femînîst em tax bi tax, meclîs, komîte û komeleyên xwe ava dikin. Em her kesî vedixwînin têkoşînê.Bi têkoşîna rêxistinkirî re jin xurt in.”