Li dijî qetilkirina Erdem Aşkan: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn

  • 09:07 15 Hezîran 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nuray Turkmen diyar kir ku qezayên wek ya di Erdem Aşkan de hatiye jiyîn pêngav pêngav plana wê tê amadekirin û got: “Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê polîs, çawîşên pispor an jî xebatkarên ewlehiyê li zarokan naqelibin. Li bajarên Kurdan em vê dibînin. Ev bûyerên wisa yên li herêmê divê polîtîk bên dîtin.”
 
Li Gever a Colemêrê çawîşê pispor bi wesayîta xwe li zarokê 5 salî Erdem Aşkan xist û di encama vê de zarok jiyana xwe ji dest da. Piştî vê polîtîkayên qetilkirina zarokan û bêcezahiştin carek din hat rojevê. Li cihê Erdem Aşkan hat qetilkirin ne riya derbasbûna jor an jî riya ku mirov derbasbûnê hebû û tevî vê zarok qisûr hat dîtin, yên zarokan dikujin jî bê sûc tên dîtin. Li gorî rapora ku Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) weşandiye, bi qetilkirina Erdem Aşkan re heta 7’ê hezîrana 2023’yan li  bajarên Kurdan di 15 salan de  di encama lêketina wesayîtên zirxî de 82 bûyer hatine jiyîn û di van bûyeran de 21 zarok 44 welatî jiyana xwe ji dest dane, 23 jê zarok û 94 welatî jî birîndar bûne.
 
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuray Turkmen der barê qetilkirina zarokên li herêma Kurdistanê de nirxandin kir.
 
Nurayê diyar kir ku hebûna zarokan li kolanan tune hesibandin girêdayê polîtîka tunehesibandina zarokan a dewletê ye û wiha vegot: “Ev girêdayê rewşeke îdeolojîk e. Em dibînin ku qadên jiyanê û kolanên ku mirov û zarok bi rehetî dikarin lê bijîn tune ne. Li bajarê Kurdistanê aliyên îdeolojîk yên dewletê hene û ew e jî tunekirina Kurdan e. Em di şexsê zarokan de bifikirin ev girêdayê tunekirina zarokan a li Kurdistanê ye. Ji bo ev zarok hebûna xwe bidomînin an jî heta ku ew bijîn divê bibin welatiyekî Kurd a makul.”
 
‘Ev qeza pêngav bi pêngav tên plankirin’
 
Nurayê diyar kir ku li Kurdistanê al zêdene, li bajarên rojava wesayîtên polîsan hene lê li Kurdistanê ev wesayit veguherîne wesayîtên zirxî. Nurayê wiha dirêjî daye: “Erdên bi mayîn hene. Ev her yek îmajek dewletê ye. Ev îmaja dewletê ya tirsandinê û xwe nîşandinê ye. Li Geverê bûyera dawî de çawîşekî pispor bi wesayîta xwe zarokekî qetil dike û ev wek qeza trafîkê tê dîtin û sûc dikin ser zarok. Em vê wek qeza trafîkê qebûl nakin. Ji ber ku kesên leşker her tim di qadên jiyanê de ne. Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê bûyerên wisa tune ne. Ev li bajarên Kurdistanê hene. Ev jî rewşeke polîtîk e. Divê em vê wisa bibinin. Em nizanin ku piştî bûyerê gazî ambulansê kirine an na. Parêzer ji bo qeydên kamerayê diçin lê dibêjin dîmenên esas yên bûyerê tune ne û dîmenên din didinê.”
 
‘Zarokekî 5 salî sûcdar hat dîtin’
 
Nurayê di berdewamiyê de balkişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê û wiha domand: “Zarokekî Kurd yê 5 salî sûcdar tê dîtin. Ev ji aliyê dewletê ve ji aliyê hiqûqê ve hat etîketkirin. Heta kodên Tirkbûnê bidomin wê ji kesên ji derveyê Tirkan re cih tunebe.  Gelê Kurd her tim têkoşîna hebûnê dide. Em dinêrin êrişên çewisandin, qetilkirin bêdengkirinê herî zêde li ser Kurdan tên meşandin. Ev bûyerek ne munferîte. Em behsa parçeyek sistematik dikin."
 
Divê têkoşînek civakî bê hûnandin
 
Nurayê dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo zarokên jiyana xwe ji dest dane û seqet hatine hiştin divê têkoşînek hiqûqî ya xurt bê dayîn. Malbat ji vê têkoşînê xwe didin alî. Ji ber tehdîdan digirin û bêdeng dimînin. Lê divê li dijî van polîtîkayan têkoşîneke civakî ya bi bandor bê hûnandin.”