Hêvî dikin ku rojekê vegerin ser axa xwe

  • 09:06 15 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
AMED - Jinên ku ji ber zext û zordariya dewletê ji neçariyê koçber bûn, hêvî dikin ku rojekê vegerin ser axa xwe. 
 
Di salên 80’ê û 90’î de ji ber operasyonên leşkerî yên dewletê ku li ser erdnîgariya Kurdistanê “koçberiya kurdan” destpê kir, di salên 2015 û 2016’an jî ji ber şerê qedexeya derketina derve koçberiya navxweyî destpê kir. Jinên ku ji ber şerê dewletê neçar mane dev ji xaka xwe berdane, anîn ziman ku hêvî dikin ku rojek vegerin li ser xaka xwe.
 
Bi salan e li Kurdistanê polîtîkayên taybet ên şer tên meşandin. Yek jî wan polîtîkayên taybet koçberî ye. Li Kurdistanê di salên 80’ê û 90’î de ji ber operasyonên leşkerî gelek gund hatin valakirin, şewitandin. Ji ber zext û zilmê 3 hezar û 500 cih û wargeh hatin valakirin. 3 milyonan welatî neçar man ku cih û warê xwe terk bikin. Di pêvajoya berxwedana xweseriyê ya salên 2015-2016'an de jî li hemberî Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Farqîn, Şirnex, Gever û Hezexê êriş pêk hatin û di encamê de gelek welatî ji neçariyê koçber bûn. 
 
Bi minasebeta Hefta Koçberiyê ya 14 û 21’ê Hezîranê, welatiyên ku ji warên xwe bûne ji ajansa me re axivîn.
 
Ji Pîranê ber bi Şilbê... 
 
Ji kesên ku ji warê xwe bûye yek jî Necîme Yaşarer 55 salî ye. Necîme ya ku ji gundê Sersiya ya navçeya Pîran a Amedê ye, di salên 90’î de tiyê wê piştî ku tevlî PKK’ê dibe şûnde zextên li ser wê û malbata wê destpê dike. Necîme, da zanîn ku piştî tiyê wê leşkeran hertim bi ser mala wan de digirin. Necîme û malbata wê bi darên zorê ji gund tên derxistin, ew jî ji neçariyê dev ji xaniyên xwe ber didin. Necîme ku piştî tê Amedê li taxa Şilbê ya navçeya Yenîşehîrê bi cih dibe û li vir jî zextên li ser wan berdewam dikin. Wê demê jî leşkeran gelek caran bi ser malên wan de digirin û tu aramiyê nadin malbatê. Zextên li ser malbata Necîme bi salan berdewam kir, kurekê wê 9 salan û hevjînê wê jî 7 salan di girtîgehê de dimîne. 
 
Her roj leşker bi ser malê digirt 
 
Necîme, wiha behsa jiyana xwe ya li gund dike: “Dema mirov li gund bijî, aramiya te bi darekê, zinarekê, kendalekê û bi axê tê. Lê belê ev nezikî 35 sal in em ji gund derketin. Wexta ku mirov ji warê xwe terk dike wek her tiştê mirov êdî diqede. Dema ku em li gund bûn tiyê min li cem me bû û em bi hev re dijiyan. Tiyê min ji bo kar çû Dêrsimê û şûnde nehat. Piştî ku tiyê min çû leşkeran her roj bi ser malê de girt. Rojekê leşkeran bi ser malê de girt jintiya min xistin. Bi salan ev zext bi vê awayî berdewam kir.”
 
Jiyaneke dijwar 
 
Necîme, bi bîr xist ku ew zilma dewletê ku li ser tevahî Gelê Kurd hatiye meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber zilmê me berê xwe da taxa Şilbê ya Yenîşehîra Amedê. Kesek xanî neda me. Me bi zorê xaniyek dît. Xwediyê xanî ji me re got ‘dewletê êrişê mala we ya gund kiriye û ji ber vê yekê dê êrişê mala min jî bikin. Divê hûn ji xaniyê min de derbikevin.’ Her wiha xaniyê ku em lê diman jî bi rutûbet bû û zarokên min jî ji ber vê yekê nexweş ketin. Kesên ku ji gund koçber dibin jiyaneke pir dijwar re rûbirû dimînin. 
 
‘Ez pir bêriya warê xwe dikim' 
 
Necîme, hîn jî li Şilbê dijî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez pir bêriya warê xwe dikim. Dewletê erdê me ji me stand. Me ji bo erdê xwe doz vekir. Lê belê erdê me nedan me û ser de jî ji me re gotin ‘hûn terorîst in.’ Tu mafên me nedan me. Daxwaza min ev e ku ev şer bê sekinandin. Êdî xwîn nerije. Girtiyên siyasî bên berdan. Em dayik in û em naxwazin zarokên me bên kuştin. Em tenê aştiyê dixwazin. Divê tevahî gel azad bin û azad bijîn.”
 
Li ser xaka biyanî
 
Eyşana ku bi eslê xwe ji Helebê ye ji ber ewlehiyê paşnavê xwe ne da. Eyşan, ji ber şer neçar ma ku dev ji xaka xwe berde. Eyşan wiha behsa serpêhatiya xwe ya koçberiyê dike: "Ji ber şer em neçar man ku ji Helebê derkevin. Em ji Helebê heta sînor meşiyan. Piştî ku em gihaştin sînor ji wir maşîneyek hat me derbasî Wargeha Pîrsûsê ya Rihayê kir. Ne tenê em gelek kes koçber bûn. Di wargehê de gelek pirsgirêkan re em rûbirû man. Bahlîfek tune bû ku lawê min serê xwe dayne ser. Em li erdê radiketin. Rojên gelek zehmet bûn."
 
9 sal in li Kurdistanê ye
 
Eyşan a ku 9 sal in hatiye li Kurdistanê û niha li navçeya Rêzana Amedê dijî. Ji bo Eyşanê jiyaneke zor û zehmet carek din destpê dike û wiha rewşa xwe tîne ziman: "Piştî mehek şûnde em ji Pirsûsê hatin Amedê. Li vê derê cihê ku em lê bimana tunebû. Em xerîbê vê welatê bûn. Piştre me ji xwe re xaniyek biçûk dît û kirê kir. Di wê xaniyê de em 7 kes diman. 1 hezar TL kire me dida. Jiyana ji bo me her zehmet bû. Ji xwe piştî erdhejê kirêya xaniyan zêde bûn. Em bi zehmetî debara xwe dikin û kurê min ê biçûk neçar ma ku bixebite. Ji ber hevjînê min jî tuneye jiyan ji bo min zehmet e. Barê jiyanê li ser milê min e." 
 
Bi hêviya ku rojek vegere ser xaka xwe
 
Eyşan, da zanîn ku gelek bêriya axa xwe dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em li vê derê xerîb in. Em beriya xaka xwe dikin. Axa me ji bo me gelek şirînê. Ax tu carî nayê jibîrkirin. Em dixwazin vegerin ser xaka xwe. Hêvî dikin ku ew roj bê. Ez dixwazim ev şer bi dawî bibe û em hemû penaber vegerin li ser xaka xwe.”