'Em ji bo jiyana xwe dest ji 6284'an bernadin!'

  • 09:04 15 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Marta Somek 
 
STENBOL - Rektor qeyûm Nacî Încî bi qanûna hejmara 6284'an biryara tedbîrê girtibû. Nacî Încî bi biryara ku girtibû der barê xwendekarên çalakî pêk anîbû de biryara dûrxistinê dabû. Ji van xwenedekaran yek Eftelya Koyuncu ye û wiha got: “Niha qanûna hejmara 6284'an ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve hewl tê dayîn ku bê bandor bê hiştin. Em li dijî vê ji bo parastina jiyana xwe dest ji 6284'an bernadin. Ji bo vê em ê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bimeşînin.”
 
Bi biryarnameya serkomariyê ya Tayyîp Erdogan di 1’ê Çileyê ya 2021’ê de rektorê zanîngeha Halîçê Prof. Dr. Melîh Bulu tayînê rektoriya zanîngeha Bogazîçî hat kirin. Piştî vê xwendekaran dest bi protestoyê kirin. Di protestoyan de tundî li xwendekaran hat kirin. Lê pêşî li berxwedanê nehat girtin. Di nîvê şevekê de Melîh Bulu ji peywirê hat girtin û Prof. Dr. Nacî Încî anîn şûna wî.
 
Xwendekaran diyar kirin ku ew Nacî Încî jî qebûl nakin û berxwedan domandin. 
 
Ji bo 4 xwendekaran cezayê girtîgehê
 
 
Rektor qeyûm Nacî Încî di çarçoveya 6284’an de bi sifata ‘mexdûrê şopandina bi israr’ der barê 14 xwendekarî de di 26’ê cotmeha 2021’ê de biryara tedbîra parastinê ya mehekê da girtin. Li ser vê xwendekar û jinan li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê gotin ‘bila 6284 ne ji bo Naciyan ji bo jinan pêk bê’ çalaki pêk anîn. Yek ji van çalakiyan li avahiya rektoriyê ya Nacî Încî pêk hat. Piştî vê çalakiyê der barê 8 xwendekaran de doz hat vekirin. Dadgehê di rûniştina 11’emîn de der barê 4 xwendekaran de 10 meh cezayê girtîgehê da û 8 xwendekar jî berat kir.
 
Yek ji van xwendekaran ku Nacî Încî der barê wan de biryara dûrxistinê dabû û ji roja ewil de li berxwe dide Eftelya Koyuncu der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Qanûn bê bandor tên hiştin
 
 
Eftelyayê da zanîn ku ew polîtîkayên dijminê jinê bi girtina CÎTOK û BULGBTI dizanin û got: “Di 2021’ê meha cotmehê de 12 hevalên me hatin darizandin. Qeyûm bi vê dozê re bi 6284’an li dijî hevalên me biryara parastinê da. Ez jî yek ji van xwendekara me. Qeyûm bi vê xwe ji me diparast. Balkêş e ku ev qanûna ji bo jinan nayê bikaranîn ji bo qeyûm Nacî Încî hat derxistin. Ev bi rastî nayê qebûlkirin. Tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe. Peymana Stenbolê û qanûna 6284'an bê bandor dihêlin.”
 
Tifaqa dijminê jinê ketiye pey 6284’an
 
 
Eftelyayê da zanîn tifaqa dijminê jinê ketiye pey 6284’an û wiha dirêjî dayê:" 6284 ne tenê ji bo Nacî divê ji bo hemû jinên tundiyê dibînin bê bikaranîn. Wê demê jinek hatibû qetilkirin. Navê wê Şebnem bû. Me li Kadikoyê jî çalakî pêk anîn. Hevalên me hatin binçavkirin. Di encama doza hat vekirin de li 4 hevalên me her yekê 10 meh ceza hat birîn. Ev ceza dijhiqûqî bû. Em dizanin û li dijî vê têdikoşin. Niha dixwazin 6284'an bê bandor bihêlin. Tifaqa dijminê jinê ketiye pey qanûna 6284'an. Li dijî vê divê têkoşîna me hîn bêtir xurt û mezin bibe.”
 
‘Divê em bo jiyana xwe dengê xwe bilind bikin’
 
 
Eftelyayê diyar kir ku divê ew dengê xwe bilind bikin û wiha dirêjî dayê: “AKP-MHP’ê çawa dest bi xebatên hilbijartinê kirin tifaqa xwe li dijî jinê ava kirin. Huda Par tevli tifaqa xwe kirin. Huda Parê di wesayîtên hilbijartinê de bi gotinên dijminê jinê propangandaya xwe kirin. Me di pêvajoya hilbijartinê de got deng ji dijminê jinê re tune ye. Çi dibe bila bibe têkoşîna me wê bidome. Heta patriarka hebe em ê têbikoşin. Em neçarin li dijî vê têbikoşin. Ji bo em têkoşîna xwe bidomînin û jiyana xwe divê em dengê xwe bilind bikin. Em dest ji 6284’an bernadin. Ji bo parastina jiyana xwe em dest ji qanûna 6284'an bernadin. Têkoşîna me wê bi awayekî rêxistinkirî bidome. Yekane çare têkoşîn e. Ew nikarin me tune bikin. Em bi vî awayî hene. Wê wisa jî bidome.”