Fehîme Poyraz: Ez hemû kesî vedixwînim bîranîna Denîzê

  • 09:03 15 Hezîran 2023
  • Rojane
ÎZMÎR - Fehîme Poyraz di duyemîn salvegera qetilkirina Denîz Poyraz de banga tevlibûna bîranîna keça xwe kir û got ku Denîz ne tenê keça wê keça gel e.
 
Di 17’ê hezîrana 2021’ê de kujer Onur Gencer êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê kiribû û Denîz Poyraz qetil kiribû. Du sale hêzên pişt qetilkirinê dernexistin holê. Kujer Onur Gencer hatibû darizandin di runiştin 6’an de ji bo wî biryar hatibû dayîn. Dadgehê ji sûcê ‘bi plankirî kes kuştinê’ cezayê muebetê, ji sûcê ‘zirar daye mal’ 4 sal, ji sûcê ‘binpêkirina destnedana avahiyê’ 2 sal, ji sûcê ‘muxalefetî qanûna çekan’ 3 sal ceza dabûye. Dayika Denîzê, Fehîme Poyraz di duyemîn salvegera qetilkirina Denîzê de axivî û got wê li dijî bê edaletiyê têbikoşînê bidomîne û got gelê Kurd li alî aştiyê ye.
 
‘Em dizanin kî li pişt kujer e’
 
Fehîmeyê daxuyakirin ku gumanbar Onur Gencer bi tena sere xwe nikaribû bikeve avahiya HDP’ê û got: “Gumanbar cesaret ji hêzên pişt xwe girt. Hêzên xurt li pişta wî ne û ew şandin wir û Denîz qetil kir. Wî cesaret negirtiba nikaribû bikira. Kujer çû perwerde girt. Ji bo çi perwerde girt. Ji bo qetilkirina Kurdan perwerda girt. Jinên Kurd û kurdan qetil dikin. Em vê qebûl nakin. Jin qetilkirinê heq nakin.  Em dizanin kî li pişt kujer e.”
 
‘Li gorî xwe dadgeh kirin’
 
Fehîmeyê bal kişand ser tevgera gumanbar ya li dadgehê û wiha domand: “Digot min Denîz qetil kiriye û xwe wek leheng didît. Lê ew keseskî ku hatibû bikaranîn bû. Ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Darizandinên dawî li Şakranê kirin.  Em negirtin dadgehê. Bi gaza îsotê êrîşî me kirin. Her tişt kirin. Li wê dadgehê çi bû em nizanin. Li gorî xwe dadgeh kirin. Tu agahiya me ji tiştekî tunebû.”
 
‘Jin û zarok di hedefê de ne’
 
Fehîmeyê diyar kir ku bi taybet li Kurditanê jin û zarok ji aliyê leşker û polîsan ve hedef tên girtin û wiha domand: “Em naxwazin kes bê qetilkirin. Em aştiyê dixwazin.  Em dibêjin aştî ew dibêjin şer. Em ê her tim bi hesreta zarokên xwe bijîn. îro zaroka min hat qetilkirin wê sibê yên hinekên din bên qetilkirin. Tiştên tên jiyîn girêdayê pirsgirêka Kurd in. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Wê rojekê vê qebûl bikin. Divê bibin yek û vê pirsgirêkê çareser bikin. Kezeba dayikan dişewite. Her roj cenaze tên. Heta ku derê wê wisa be? Em şer naxwazin.”
 
‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’
 
Fehîmeyê her wiha bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got divê demildest girtiyên nexweş bên berdan û wiha anî ziman: “Yên tên tahliyekirin piştî demekê jiyana xwe ji dest didin. Hemû kes bûne nîv mirov.  Mirov 20-25 salî tên girtin û di 50-60 salî de derdikevin. 30 salî girtî dimînin. Em vê qebûl nakin.”
 
Ji bo bîranîna Denîzê bang
 
Fehîmeyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Denîz hat qetilkirin. Daxwaza min ev e ku bûyerên wisa neyên normalkirin. Ev bu du sal Denîz şehîd ket. Em tu car wê ji bîr nakin. Ev bûyer nayê jibîrkirin. Bila dayik êdî negirîn. Ez hemû kesî vedixwînim bîranîna Denîzê ya di 17’ê hezîranê de tê kirin. Roja şemiyê bîranîna wê heye. Roja yekşemê mewluda wê heye. Bila her kes li cem me be. Bila xwedî li doza Denîzê derkevin. Em xwedî li xwe derkevin. Denîz ne tenê keça min keça gel e.”