'Wezareta Perwerdeya Mîllî bingeha cemaat û tarîqatan ava dike'

  • 09:05 14 Hezîran 2023
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
AMED - Rêvebera Komeleya Berî Her Tiştî Zarok a Amedê Mûkaddes Alataş, diyar kir ku bi piştevaniya Wezareta Perwerdeya Mîllî, bingeha cemaat û tarîqatan hatiye xurtkirin û got: "Ev yek ji bo zarokan xetereye. Ez bang li her kesî dikim ku ji bo parastin û ewlehiya zarokan hemû kes berpirsyar e."
 
Di demên dawiyê de bûyerên destdirêjiyê yên di tarîqat û cemaatên de derdikevin holê her ku diçe zêde dibin. Tarîqat û cemaatên ku ji îktîdarê hêz digirin bûyerên ku pêk tên meşrû dikin. Herî dawiyê Serokê Komeleya Belavkirina Zanistê ya Uzletê ku nêzî Cemaeta Îsmaîlaga yê Stenbolê ye, di 7’ê adarê de E.D. ya ku astengdara zihniye destdirêjî lê kir û bû sedema xwekuştina wê. Her wiha bûyerên ku bi vî rengî ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê zêde dibin. Kesên ku girêdayî wan cemaat û tarîqatê ne niha ji hêla Wezareta Perwerdeya Mîllî ve di dibistanan de tên bicihkirin. Êdî her qadên jiyanê ji bo zarokan veguheriye qadên xetereyê
 
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, di çarçoveya peymannamayên zarokan de ji bo birêvebirina xebatên pêşxistina aliyên psîko-sosyal, çandî, hunerî, zimanî, zênî û fîzîkî ya zarokan û ji bo piştgirîkirina wan kes û saziyên ku divê mijarê de dixebitin di sala 2017’an de li Amedê hatiye damezrandin. Rêvebera komeleyê Mûkaddes Alataş, têkildarî tarîqatan û êrişên zayendî yên li dijî zarokan de ji ajansa me re xivî.
 
‘Bila dewlet pêywîra xwe pêk bîne' 
 
Mûkaddes, anî ziman ku tehlûkeya herî mezin a ji bo zarokan êrişa zayendî ye û got ji ber vê yekê êrişa zayendî ji jiyana zarok û mezinbûyîna wan re astengiyek mezin e. Mûkaddes, da xuyand ku bi hêzên xwe yên otorîter bi êrişa zayendî zarokan bi kar tînin û wiha domand: “Ji ber vê yekê jî divê zarok hertim di qadên bi ewle de bin û bên parastin. Ji bo vê jî pêwîstî ku bi pergalek bi ewle heye. Ev yek hem di aliyê şexsî û hem jî di aliyê civakî de tê jiyîn. Ji bo rewşên şexsî wek mînakên kesên made bikartîne, mejiyê wî ne di cih de ye û gelek tiştên din hene û bi vê yekê zarokan bi êrişa zayendî re rû bi rû dihêlin. Dûyemîn faktora rîskê jî faktora civakî ye. Di vê faktora rîskê ya civakî de dewlet berpirsyar e. Pêwîstî pê heye ku em bang dewletê bikin ku bên li ser pêywira xwe. Peyamên li ser medyaya civakî û di perwerdehiyê de tiştên neyînî hemû faktorên rîskê yên civakî ne. Ji ber vê yekê jî faktorên civakî me eleqeder dikin. Ji ber ku êrişên zayendî yên li dijî zarokan herî zêde di qadên civakî de tê jiyîn. Ger ku ev bûyer bi awayek sîstematîk berdewam dike wê demê divê em bertekên xûrt nîşan bidin.”
 
‘20 hezar dibistanên gund hatin girtin' 
 
Mûkkades, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê perwerdehiya ku li ser ‘laîkê’ hatiye avakirin, piştî 1950’an perwerdehiya laîkê roj bi roj hat tûnekirin û şûna wan cemaat û tarîqat hatin avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi pêkanîna van tiştan ve xwestin mekanîzmayê bi dest bixin. Ev mekanîzma jî Perwerdeya Mîllî, saziyên perwerdehiyên ên din ên dewletê, rêxistinên civakî yên sivîl hatin meşandin û li van deran cemaat xwe bi rêxistin kir. Sedem û felsefeya vê yekê çiye? Di rastiya xwe de îdeolojiye. Bi vê îdeolojiyê guhertin û veguhertinê pêk anîn û ber bi rêxistinekî bi civakî ve çûn. Ev yek jî ji zarokan destpê kir û bi vê yekê re yek bi yek cemaat hatin avakirin. Li gor daneyên ku hatine parvekirin di nava 21 salan de 20 hezar dibistanên gund hatin girtin. Nêzî 250 dibistanên razanê hatin girtin. Ji sala 2002’yan vir ve kesên ku li gundan dimînin ji neçariyê zarokên xwe şandin dibistanên bajaran. Lê belê zarokên keç ji ber ewlehiyê naşînin dibistanan. Ji ber vê yekê jî zarokên xwe dişînin kûrsên cemaatê. Di cemaatan de perspektîfên wan ên cûda hene. Lê biryarek wan a hevkar heye, ew jî pergala şerîatê ye û pêkanîna şer-î ava bikin. Bi vê yekê re ji bo di her qadê de zarokan di aliyê pergala şer-î de guherandin û veguherandin. Lê di 50 salên dawiyê de ev yek zêdetir bû.”
 
‘Tariqat dibin sedema xwekuştina zarokan' 
 
Mûkaddes, diyar kir ku pêwîste kesên ku di pergala perwerdehiyê de cih digirin ji bo zarok çawa xwe ji êrişa zayendî biparêzin di aliyê pedagojiyan ve perwerde bê dayîn û destnîşan kir ku lê ev perwerde di cemaatan de nayê dayîn. Mûkaddes, diyar kir ku di cemaatan de li ser cîhana dinê zarok tên perwedekirin û wiha axivî: “Li gor pergala xwe zarokan perwerde dikin. Ji ber ku kesên ku vê civakê rêve bibe tuneye û ji ber vê yekê jî civak bi temamî ji îdeolojiya wan re hatiye hîştin. Ji ber vê yekê di demên dawiyê de bûyerên êrişa zayendî ya li hemberî zarokan zêdetir bûn. Kesên ku di vê qadê de li ber xwe didin û mafê jiyanê diparêzin, ev bûyerên êrişên zayendî ji bo me tehlûkeyeke mezin e. Bi taybetî jî ji bo civakê tehlûkeyek mezin e. Teşhîrkirina êrişên zayendî têr nake. Divê ev ceamat û tarîqat hemû bên girtin. Ev yek li dijî baweriyê ne mûdaxaleye. Ev kesên ku perwerdehiyek zelal û pedegojiyê negirtiye ji bo zarokan tehlûkeyek mezin e. Ev cemaat ne bi tenê yek an jî du hebin. Hejmara wan gelek zêde ne. Belê bûyerên ku di van cemaatan de tên jiyîn piştî ji zarok malbatên xwe re dibêjin derdikevin holê. Lê meseleya herî mezin ew e ku ev bûyer veguherîne wek sîstematîkê. Ev yek jî binpêkirina mafên zarokan e. Zarokên ku dişînin li van cihan di demên pêşiyê de ji bo wan pirsgirêkek mezin dê derbixe. Hem derûniya wan xirap dike, hem jî di aliyê fîzîkî de bi neyînî bandor dibin. Gelek zarokên ku întîxar kirin hene.”
 
'Perwerdeya Mîllî bingeha van cemaatan ava dike’
 
Mûkkades, daxuyand ku Wezareta Perwerdeya Mîllî tu mûdaxaleyê van cemaat û tarîqatan nake û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Wezareta Perwerdeya Mîllî bingeha wan ava dike. Wezareta Perwerdeya Mîllî wan bi hêztir dike. Ji bo wan bûdçe vediqetîne. Her wiha divê tu malbat zarokên xwe neşîne cihên bi vê rengî. Li cihên bi vê rengê de îhmal û êrişa zayendî gelek zêde ne. Ev tişt ên ku derketine holê ne, lê yên ku derneketine holê!" 
 
‘Li Stenbolê 445 tekke bi aşkere dixebitin' 
 
Mûkaddes, destnîşan kir ku îktîdara ku vê mekanîzmayê bi dest xistiye îdeolojiya wî ev e û wiha li ser zêde kir: “Me vê yekê bi çavên xwe jî dît. Li gor vê rêxistinbûyîna xwe îdeolojiyek ava dike û li gor îdeolojiya xwe mekanîzmayan pêk tîne. Xwendekarên zanîngehan mehkûmê yûrdên tarîqatê dikin. Xwestin cemaata Fettûllah Gulen ji holê rabikin û rakirin jî. Ji ber vê jî berê zarok û xwendekaran didin cemaatên din. Wê demê dewlet li ku derê ye? Mejiyê dewletê ev e. Dewleteke siyasal a îslamê heye. Siyasal a îslam bi fikrên xwe tevdigere. Ji Zanîngeha 9’ê Îlonê ya Îzmîrê di Fakûlteya Perwerdehiyê de perwerdekarek Esergul Balci di 2018’an de lêkolîna ku kiriye de diyar kir ku li Stenbolê 445 tekke bi awayek eşkere xebatên xwe dimeşîne. Bi van saziyan re 2 mîlyon û 600 kes têkiliyê de ye. Di çapemeniyê de bi tenê navê çend cemaatan tenê cih digire û ji ber ev bûyerên êrişên zayendî navê wan derdixevin holê. Di yûrdên tarîqatan de li ser cîhana din û Qûranê perwerde tê dayîn. Ji bo her zarokê/î perwerdeya mahremiyetê tê dayîn. Lê nayîn zanîn ku di cihên bi vê rengî de ev perwerde tên dayîn an na. Ji ber vê jî li dijî van cihan divê xebatek baş û kampanyayên berfireh bê meşandin. Dewlet di aliyê madî de piştgireyek mezin dide van cemaatan.”
 
‘Em berpirsiyar in...' 
 
Mûkaddes, diyar kir ku kiryarên ku tecawizê zarokan dikin di îfadeyên xwe de dibêjin “daxwaza zarokê” heye û wiha domkir: “Kiryar bi vê parastinê dixwazin xwe ji sûcê rizgar bikin. Ji xwe zarok, zarok e û daxwaxa wan tu carî çênabe. Tu carî pîvana daxwazê tuneye. Malbat, civak, îktîdar û dewlet ji derûniya zarokê berpirsyar in. Ji bo zarokan her gav berpirsyariyek me heye. Divê em di her aliyê de zarokan biparêzin û civakek aram ji bo wan ava bikin. Li hemberî kesên ku vê îhmal dikin jî berpirsiyariyek me ya bi vê rengê heye. Divê em li dijî wan derbikevin û dengê xwe bilind bikin. Ji derûnî û fîzîkiya zarokan em hemû berpirsyarin.”    
 
‘Cemaat êdî di nava dibistanan de cih digirin’
 
Mûkaddes, dawiya axaftina de bal kişand li ser meleyên ku dê di dibistanan de perwerdehiyê bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wezareta Perwerdeya Mîllî ya ku protokolan ji cemaatan re daye îmzekirin, pêşiya êrişa zayendî vedike. Her wiha di nûçeyan de jî derket holê ku ji meleyan re kadro hatiye vekirin. Niha rasterast mûdaxaleyê dibistanan dikin. Çalakiyên ku zarok di dibistanan de ku dikin ji aliyê van kesan ve tên astengkirin. Destpêkê de dibistanên tarîqat û cemaatê avakirin,Wezareta Perwerdehiya Mîllî piştevaniyê da wan û niha jî xwe rêxistin kirin û ketin nav Wezareta Perwerdeya Mîllî. Xeterî her ku diçe mezin dibe.”