Bertekên li hemberî tayînkirina meleyan a dibistanan: Em ê zarokên xwe biparêzin

  • 09:02 14 Hezîran 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Bi ‘Projeya li dijî Derdora xwe hestiyarim, xwedî li Nirxên Xwe Derdikevim’ mele tayînê dibistanan tê kirin. Jinên kedkarê perwerdê bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku divê malbat li dijî vê mijarê bêdeng neminin.
 
Navbera Midûriyeta Perwerda Neteweyî ya Îzmîrê û Miftitiya Îzmîrê de sê sal berê ‘Projeya li dijî Derdora xwe hestiyarim, xwedî li Nirxên Xwe Derdikevim’ hat îmzekirin û li Îzmîrê tayînkirina mele û muezînan destpê kir. Li Îzmîrê 2 hezar û 497 dibistan hene û li 30 navçeyên wê ewil 842 kesên ji îmam hatîban mezun bûne li dibistanan hatin peywirdarkirin. Hat hînbûn ku wê di nav salekê de ji bo hemû dibistanan tayîn bên kirin. Di nav dibistanên ku tayîn hatine kirin de Lîseyên Îmam Hatîp û Anadolu jî hene.
 
Jinan diyar kirin ku ev rewş nikare bê qebûlkirin û ewlehiya rih û fîzîkî ya xwendekarna tune. Her wiha jinan diyar kirin ku pêvajo bi dibistanên Îmam Hatîp hatine destpêkirin û gotin ji bo zarok ji tarîtiyê bên parastin divê kedkarên perwerdê û malbat bên gel hev.
 
‘Li dijî perwerdehiyek laîk û zaniste’
 
Endama Emeklî-Sen Gonul Ozdîl daxuyakirin ku ev rewş li dijî perwerdehiyek zanistî û laîke û wiha dirêjî daye: “Dersên Çanda Ol û Ahlaq ji xwe dihatin nîqaşkirin. Lê niha li ser vê mele tayîn kirine. Belkî ji bo ku zarokên keç ji dibistanê sar bikin vê pêkanînê dikin. Ji xwe ji bo zarokên keç li welat hebûna Îmam Hatîban min dike fikaran. Zarokên keç ji wan dibistanan mezun bibin wê çi karî bikin? Ev pergal zêdetir ji bo zarokên kûr anîn. Ew ê meleyan tayîn bikin zarokên keç jî li plana dawî bihêlin. Wê ziman dirêjî cil û bergan bikin û perwerdê sînor bikin.”
 
‘Zanîna ol divê tevli perwerdê nekin’
 
Nûnera Sendîka Mamosteyên Sektora Taybet a Herêma Egeyê Rabîa Atbaş jî got bi salane mamosteyên PDR’ê li dibistanan vê peywirê dikin û yên hatine tayînkirin rayeyên wan yên wek mele û muezînbûnê hene û perwerda wan a formasyonê tune. Rabîayê ev tişt anî ziman: “Ev mirov nizanin çawa li hember zarokan tevbigerin. Bi taybet zarokên keç û jin wê bi neyînî bandor dibin. Ji ber ku wê newekhevî hebe. Wê bi mêran re axifin, silavdayîn û ger tunebe. Rewşên wisa dikarin bên jiyîn. Meleyek nikare formasyonê bigire, ji xwe perwerda formasyonê jî tenê têr nake. Divê di perwerdê de laîkbûn hebe.”
 
‘Wê çi bi psîkolojiya zarokan bê’
 
Karmend Guler Al jî nêrîna xwe wiha anî ziman: “Li yurdên aydê diyanetê li gelek zarokî destdirêjî tê kirin. Garantî heye gelo wê li zarokên me jî neyên kirin. Em di vê mijarê de bi van mirovan bawer nakin. Di daxuyaniyên lîderên cemaetan de piranî daxuyaniyên der barê zayendê de ne.Em hemû bi fikar in. Li vî welatî wê zarok neminin, wê çi bi psîkolojiya van zarokan bê.”
 
Ev pêkanînek nû nîne
 
Sekretera Jinan a Egîtîm Sen a Hejmar 5 a Îzmîrê û mamoste Aygun Şengul jî got Midûrê Perwerda Netewî jî  nizane ku ev pêkanîn wê çawa pêk bê. Agulê wiha bi lêv kir: “Tişta em dizanin ev e ku ev pêkanîn û pêşveçûn wê zarokên me ji perwerda zanistî dur bixe.  Ev pêkanîn ne tenê li Îzmîr, Eskîşehîr û Tekîrdagê li bajarên din jî heta asta dibistana dayikê ketiye.Têde formasyona pedagojiye tune zanistî tune. Divê em di ferqa cidiyeta rewşê de bin. Divê em nebêjin ku em ne Afganîstan an jî Îran in. Luksek me ya wisa tune. Dixwazin hedefên xwe ji bo dema nû bikin jiyanê. Lê divê em destur nedin vê.”
 
'Wê ciwanan ber bi tarîtiyê ve bibin'
 
Mamosteya teqawît Gul Yagci jî  daxuyand ku mamoste tevî perwerdeyên wekê psikolojik, sosyolojik, pêşketine zarokan, pêşketina ciwanan girtine jî ji mezunên PDR’ê piştgiriyê digirin û wiha vegot: “ Ciwan û zarok li gor demên xwe rewşên taybet nîşan didin. Di vê rewşê de divê kesên di qada xwe de pispor bên peywirdarkirin. Lê li şûna vê mele tên tayînkirin. Ev wê psîkolojiya ciwanan xera bike û pêşeroja wan reş bike. Wê ciwanan ber bi tarîtiyê ve bibe. Me mînakên weqfa Ensar de dîtin. Divê mamoste û malbat bi hev re li dijî vê bisekinin.”