Li Îrlandayê wê li dijî qedexeya kurtajê di 25’ê Guanê de referandûm bê kirin

  • 17:03 22 Gulan 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îrlandayê wê di 25’ê Gulanê de ji bo ku qedexeya kurtajê bê rakirin referandûm bê kirin.
 
Di 25’ê Gulanê roja înê de wê li Îrlandayê  ji bo ku qedexeya kurtajê bê rakirin  referandûm bê kirin.  Li welêt jinên ku qedexeyê nas nekin û kurtaj bibin heta 14 salan cezayê girtîgehê ji wan re tê dayîn.
 
Li welêt di sala 2012’an de ji ber ku daxwaza kurtajê ya jinekê nehatibû pejirandin jiyana xwe ji dest dabû û piştî vê bûyerê bertekên ku hatibûn nîşandan her berdewam kiribûn.  Herwiha Îrlanda ya ku Dêra katolîk lê bi hêz e , bi binpêkirina mafên jinan tê sûcdarkirin.
 
Ji jinan berteka ‘Beden ya min e û biryar jî ya min e’
 
Li welêt kesên ku qedexeya kurtajê diparêzin dibêjin, “Mafê jiyanê pîroz e û divê bê parastin.” Jin jî bi dirûşma , “Bedena min ya min e û biryar jî ya min e” bertekê nîşanî biryarê didin.
 
35 sal e kurtaj tenê di rewşa xeter de dikare bê kirin
 
Li Îrlandayê ji sla 1983’yan de li gorî qanûnê tenê di rewşa xeter de dikare bê kirin. Di rewşa êrîşa zayendî de jî ger ku ducanî bûn hebe dîsa jî qedexe ye ku jinên ku rastî êrîşê tên û ducanî dimînin nikarin kurtaj bibin.