Li Kongoyê şewba ebolayê: Hejmara miriyan derket 26 kesî

  • 15:08 20 Gulan 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Komara Kongoyê ji ber nexweşiya ebolayê 26 kes mirin.
 
Wezareta Tenduristiyê ya Kongoyê got li rojavayêbakur ê welêt ji ber şewba ebolayê heta niha 26 kes mirine.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin 4 kesên din ên bi ebolayê diyar bûne, li herêmê 21 ji van teqez, 4 jê kesên bigûman ên  bi ebolayê, bi tevahî 46 kesên bi germahiya zêde ya laş a hemorajîk hatine tespîtkirin.
 
Serokdewletê Komara Demokratîk a Kongoyê Joseph Kabîla duh lli herêma Ekvatorê ya welêt têkildarî rewşa dawî ya ebolayê qebîneya xwe civand. Di civînê de biryar hate standin ku 4 milyon dolar werin cudakirin, ji bo ku bi lezginî mudaheleyê li nexweşiyê bikin.
 
Her wiha biryar hate standin ku li herêma ku ketî ber bayê nexweşiyê xizmeta tenduristiyê bê pere be û alîkariya maddî bidin malbatên ku ji ber nexweşiyê hin ji wan mirine.