Li Şîlîyê jin li dijî tacîza zayendî derketin qadan

  • 10:17 18 Gulan 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şîlîyê ji ber ku ceza li mêrê ku jinek tacîz kir nehat birîn bi hezaran jin derketin qadan û gotin:"Na na ye."
 
Li Zanîngeha Valdivia'daki Austral a girêdayî Şîlîya Başûrê Amerîkayê ye mêrekî jinek tacîz kir. Di encama lêpirsînê de ceza li mêrê ku tacîz pêk anî nehat birîn. Ji ber vê yekê bi hezaran jinan bertek nîşan dan û derketin qadan. 
 
Ji bo protestokirina tacîza zayendî jinan li bajarê Santiogayê meş li dar xistin. Bi hezaran jin derketin qadan û gotin:"Na na ye." Jinan dovizên wekî "Ji bo perwerdeya zayendperest na", "Bila îstismara zayendî bi dawî bibe" hilgirtin. Çalakiya jinan li hemû aliyê welat belav bû.