Li Hindistanê li dijî êrîşên zayendî çalakiya bi rûpoşa çêlekê

  • 12:37 13 Gulan 2018
  • Cîhan
NAVEND NÛÇEYAN - Li Hindistanê jinan li dijî êrîşên zayendî û îstîsmarê ku li dijî wan tê kirin diyar kirin "çêlek bêhtir tên parastin" û kampanyaya şermezarkirinê dan destpêkriin 
 
Li Hindistanê li dijî zêdebûna îstîsmara zayendî û êrîşên zayendî ku di demên dawîn de zêdetir bûne çalakiyên jinan berdewam dikin. Hefteya bihurî piştî ku du zarokên keç bi îstîsmara zayendî re rûbirû hatibûn hiştin û piştre jî bi îşkenceyê hatibûn qetilkirin çalakiyên ku hatin destpêkirin berdewam dikin. 
 
Li welatê ku ji ber baweriya olî çêlek pîroz tên dîtin û tên parastin wênesaz Sujatro Gosh, di çalakiyek da destpêkirin jinan jî rûpoşa çêlekê bi kar anî û êrîşên li dijî wan tên kirin şermezar kirin. 
 
Di wêneyê ku ji aliyê Suatro Gosh ve hat xêzkirin de, jin bi kincên herêmî û moderen xuya dikin. Jinên ku rûyê xwe bi rûpoşa çêlekê girtin, êrşên hovane ku li dijî wan tên kirin şermezar dikin.
 
Herwiha li welatê ku her sal bi deh hezaran jin bi êrîşa zayendî û îstîsmarê re rûbirû dimînin di sala 2016'an de 40 hezar bûyerên êrîşa zayendî derbasî qeydan hatine kirin. Lê tê diyarkirin ku hejmar rastîn ji vê zêdetir e.