Li Kongoyê 400 hezar zarok ji birçîna li ber mirinê ne

  • 13:53 11 Gulan 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN -  UNICEF'ê bal kişand ser krîza aborî ya li Kongoyê û diyar kir ku 400 hezar zarok ji birçîna li ber mirinê ne.
 
Nûneriya Kongoyê y NY'ê ya Fona Alîkariya bi Zarokan re (UNICEF)  rapora derbarê rewşa zarokên li Kongoyê bi raya giştî a cîahanê re parvekir. Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber navxweyî yê li Kongoyê bi taybetî li herêma Kasaîyê 770 zarok bi awayê tê xwestin nayên xwedîkirin û 400 zarok jî ji birçîna li ber mirinê ne.
    
Di berdewamiya raporê de hat diyarkirin ku li Kasaiyê 3 hezra û 800 kes pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye û ji vê hejmarê 2 mîlyon û 300 jê zarok in.
 
Di raporê de bal hat kişandin ser îstîsmara zarokan jî û wiha hat gotin: "Li herêmê ji aliyê komên çekdar ve zarok di şer de tên bikaranîn û bi vî awayî bi îstîsmarê re rûbirû dimînin. Herwiha ji sedî 60 ê milîsan jî zarokên ku temenê wan dibinê 18 salî de ne."
 
Di dawiya raporê de hat aşkerakirin ku Kongo kirîza herî mezin a aborî dijî û li gel vê jî ji herêmên din kêmtir alîkariyê digire.