Li Sûdanê îdam dan Nûraya ku mafê xweparastinê bi kar anî

  • 10:45 11 Gulan 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina bi navê Nura Huseyin li dijî mêrê ku êrîşa zayendî li dijî wê pêk anî, mafê xweparastinê bi kar anî û ew kuşt.  Dadgeha Şêrîatê ya Sudanê cezayê îdamê da Nura Huseyin.
 
Jina bi navê Nura Huseyin li dijî mêrê ku êrîşa zayendî li dijî wê pêk anî, mafê xweparastinê bi kar anî û ew kuşt.  Dadgeha Şêrîatê ya Sudanê cezayê îdamê da Nura Huseyin. Li bajarê Omdurmanê doz hat dîtin. Parêzkarên Mafên Mirovan bang kir dadgeh biryara xwe paşve bikişîne. Li medyaya civakî ji bo Nurayê kampanayaya Twitter'da da #JusticeforNoura (Nura için Adalet) hat destpêkirin. 
 
Endama Koma bi navê Şimdi Eşitlik Yasemin Hasan ji BBC'yê re daxuyanî da û got:"Sudan ciheke ku bi hişmendiya baviksalarî bi rê ve dihere ye. Zayendperestî gelek li wir tê kirin. Li Sudanê zewaca zarokên 10 salî serbest e. Nurayê kirin qurbana vê sîstemê. "
 
Nûnerê Rêxistina Afê ya Navneteweyî Seif Magango jî got:"Cezayê ku li Nura hat birîn nayê qebûlkirin. Divê nûnerên Sudanê dawî li vî cezayê ku Nurayê dike qurban bînin."