Rêxistina Eş Şebabê jinek ricimand

  • 11:15 10 Gulan 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Somaliyê dadgeheke ku ji aliyê koma Eş Şebabê ve tê revebirin, biryar da ku jinek bi rêbaza ricimandinê bê qetilkirin.
 
Li Somaliyê dadgeheke ku ji aliyê koma Eş Şebabê ve tê revebirin, biryar da ku  jina bi navê Şukrî Abdullahî bi rêbaza recimandinê bê kuştin. Di dadgeha ji aliyê Eş Şebabê ve tê rêvberin hat îdakirin ku heman jin 'bêyî ji hevjînên xwe yên berê veqete 11 caran zewiciyê'.
 
Niştecihên bajarê Sablale yê li başûrê Somaliyê, diyar kirin ku jina ji aliyê dadgehê ve sucdar hat dîtin heta ber qirika wê hatiye binaxkirin û ji aliyê endamên  Eş Şebabê ve hatiye recimandin. 
 
Li erdnîgariya ku Eş Şebab lê serwer e qanûnên Şerîetê derbasdarin û li gorî van qanûna jinek nikare bi çend mêran re bizewice lê mêrek dikare bi 4 jinan re bizewice.