Li Almanyayê di mîtînga 1'ê Gulanê de şîddet li jinê hat kirin

  • 13:31 2 Gulan 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Berlînê di mîtînga 1'ê Gulanê ya ku bi dorpêçkirina polîsan derbasbû de, polîsan şîddet li jinekê kir. 
 
Li Bajarê Kreuzberga Berlînê ya Almanyayê çalakiyên 1'ê Gulanê bi dorpêçkirina polîsan derbas bû. Bi hezaran polîsan di bin navê "ewlehiyê" di bin siya panzêran de êrîşî gel kirin. Li gor dîmenên kamerayê jineke ku bertek nîşanî polîsan da bi şideta polîsan rû bi rû ma. Tevî bertekên gel dîsa jî êrîşên polîsan didome. 
 
Li wekî din bajarên Almanyayê jî di çalakiyên 1'ê Gulanê de polîs şîdet li gel kir.