Jinên Kolombiyayî: Em jinên Efrînî yên berxwe didin slav dikin

  • 14:05 9 Adar 2018
  • Cîhan
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan ên Kolombiyayê serîhildana jinên Efrînî ya ev 49 roj in li dijî êrîşên tirkiyeyê û komên girêdayî wê tê kirin, slav kirin.
 
Rêxistinên jinan ên Kolombiyayê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji jinên Efrînî re peyamek şandin. Di peyamê de wiha hat gotin:"Me dît ku çawa jinên Kurd li dijî DAÎŞ'ê têdikoşe, bajaran ji nû de ava dikin û komên piştgiriyê ava dikin. Em ji têkoşîna jinên Kurd feyzê digirin û hîn bêtir nêzîkî wan dibin."
 
Her wiha di peyamê de wiha hat gotin:"Ji bo şoreşa jinê dem ev dem e. Ji bo vê yekê jî divê em piştgiriyê bidin hev û bibin yek. Divê dewleta tirk êrîşên dijî Efrînê bisekinîne. Em amadene ku li dijî vê hişmendiya desthilatdar a mêr bibin yek.