Jinên Kolombiyayî: Em jinên Efrînî yên berxwe didin slav dikin 2018-03-09 14:05:45       NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan ên Kolombiyayê serîhildana jinên Efrînî ya ev 49 roj in li dijî êrîşên tirkiyeyê û komên girêdayî wê tê kirin, slav kirin.   Rêxistinên jinan ên Kolombiyayê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji jinên Efrînî re peyamek şandin. Di peyamê de wiha hat gotin:"Me dît ku çawa jinên Kurd li dijî DAÎŞ'ê têdikoşe, bajaran ji nû de ava dikin û komên piştgiriyê ava dikin. Em ji têkoşîna jinên Kurd feyzê digirin û hîn bêtir nêzîkî wan dibin."   Her wiha di peyamê de wiha hat gotin:"Ji bo şoreşa jinê dem ev dem e. Ji bo vê yekê jî divê em piştgiriyê bidin hev û bibin yek. Divê dewleta tirk êrîşên dijî Efrînê bisekinîne. Em amadene ku li dijî vê hişmendiya desthilatdar a mêr bibin yek.