Li Îranê aktîvîstên girtî hatine tacîzkirin

  • 16:39 30 Tebax 2023
  • Cîhan
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku aktîvîstên mafên jinan ên li eyaleta Gilan a Îranê hatin girtin, di dema binavkirinê de bi tacîza fizîkî û lêdanê re rûbirû man e. 
 
Li eyalaeta Gilan a Îranê di 16'ê tebaxê de aktîvîstên mafên jinan Mateen Yazdani, Forough Sami-nia, Yasamin Hashdari, Jelveh Javaheri, Zahra Dadres, Zohreh Dadres û Negin Rezaei hatin girtin. Hat zanîn ku di dema binçavkirinê de ev aktîvîst bi tacîza fizîkî û îşkenceyê re rûbirû man e. Hat diyarkirin ku Zahra Dadres, Zohreh Dadres û Sara Jahani jî di nav de gelek girtî ji aliyê kesên wan didarizînin ve bi tacîza fizîkî re rûbirû man e û Jelveh Javaheri û Forough Saminia jî ji 16'ê tebaxê ve mafên wan ê ragihandinê hatiye qedexekirin.