Li Îranê aktîvîstên girtî hatine tacîzkirin 2023-08-30 16:39:45       NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku aktîvîstên mafên jinan ên li eyaleta Gilan a Îranê hatin girtin, di dema binavkirinê de bi tacîza fizîkî û lêdanê re rûbirû man e.    Li eyalaeta Gilan a Îranê di 16'ê tebaxê de aktîvîstên mafên jinan Mateen Yazdani, Forough Sami-nia, Yasamin Hashdari, Jelveh Javaheri, Zahra Dadres, Zohreh Dadres û Negin Rezaei hatin girtin. Hat zanîn ku di dema binçavkirinê de ev aktîvîst bi tacîza fizîkî û îşkenceyê re rûbirû man e. Hat diyarkirin ku Zahra Dadres, Zohreh Dadres û Sara Jahani jî di nav de gelek girtî ji aliyê kesên wan didarizînin ve bi tacîza fizîkî re rûbirû man e û Jelveh Javaheri û Forough Saminia jî ji 16'ê tebaxê ve mafên wan ê ragihandinê hatiye qedexekirin.