Li Sûdanê piraniya wan jin û zarok 39 kes hatin qetilkirin

  • 13:54 29 Tebax 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Nyala ya eyaleta Darfûr a Başûr a Sûdanê, roja Sêşemê herî kêm 39 kes hatin qetilkirin ku piraniya wan jin û zarok bûn.
 
Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî tenduristiyê û şahidan dan AFP'ê, di şerê navbera artêşê û hêzên paramîlîter de roket li malan ketin.
 
Hate ragihandin ku herî kêm 39 kesan jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan jin û zarok bûn.
 
Ji 15'ê Nîsanê û vir ve di navbera artêşa General Abdulfettah El Bûrhan û Hêza Piştevaniya Lezgîn a General Mûhamed Hamdan Daglo de şerekî giran li Sûdanê diqewime.
 
Li gorî Neteweyên Yekbûyî li paytexta Darfûr a Başûr Nyalayê 50 hezar kes neçar hatin hiştin ku cih û warê xwe biterikînin.
 
Rêxistina civakî ya sivîl ACLED jî diyar kir ku heta niha di şer de nêzî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.