Li Sûdanê piraniya wan jin û zarok 39 kes hatin qetilkirin 2023-08-29 13:54:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Nyala ya eyaleta Darfûr a Başûr a Sûdanê, roja Sêşemê herî kêm 39 kes hatin qetilkirin ku piraniya wan jin û zarok bûn.   Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî tenduristiyê û şahidan dan AFP'ê, di şerê navbera artêşê û hêzên paramîlîter de roket li malan ketin.   Hate ragihandin ku herî kêm 39 kesan jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan jin û zarok bûn.   Ji 15'ê Nîsanê û vir ve di navbera artêşa General Abdulfettah El Bûrhan û Hêza Piştevaniya Lezgîn a General Mûhamed Hamdan Daglo de şerekî giran li Sûdanê diqewime.   Li gorî Neteweyên Yekbûyî li paytexta Darfûr a Başûr Nyalayê 50 hezar kes neçar hatin hiştin ku cih û warê xwe biterikînin.   Rêxistina civakî ya sivîl ACLED jî diyar kir ku heta niha di şer de nêzî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.