8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin

  • 12:39 22 Tebax 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efganistanê 8 jinên li dijî rejîma Talîbanê li ber xwe didan hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. 
 
Piştî ku Talîban li Efganistanê bû îktîdar, zextên li ser jinan jî zêde bûn. Hêzên Talîbanê bi ser malên 8 jinên berxwedêr de girtin û binçavkirin. Her 8 jin jî hatin girtin. 
 
Ji damezirînerên Tevgera Protestoyê ya Koma Yekitî û Piştevaniya Jinan a Efgan Dr. Zahra Haqparast ji bo Ajansa Nûçeyan a Jinan axivî û piştrast kir ku jinên Talîban protesto dikirin ji hêla hêzên Talîbanê ve hatine girtin. Talîbanê heta niha jî têkildarî jinên hatine girtin tu daxuyanî nedane û nayê zanîn bê ka jinên girtî bi ku de birine. Dîmenekê dema binçavkirinê de hate bidestxistin û di dîmen de hêzên Talîbanê sedema serdegirtina malê û binçavkirinê weke “têkoşîna li dijî Talîbanê” nîşan didin. 
 
6 jinên hatin girtin û piştre navê wan hatin hînbûn wiha ne: “Hajar, Hasina Sarvari, Farida Mohib, Tula Atai, Limah û Xatul.”