8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin 2023-08-22 12:39:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efganistanê 8 jinên li dijî rejîma Talîbanê li ber xwe didan hatin binçavkirin û piştre hatin girtin.    Piştî ku Talîban li Efganistanê bû îktîdar, zextên li ser jinan jî zêde bûn. Hêzên Talîbanê bi ser malên 8 jinên berxwedêr de girtin û binçavkirin. Her 8 jin jî hatin girtin.    Ji damezirînerên Tevgera Protestoyê ya Koma Yekitî û Piştevaniya Jinan a Efgan Dr. Zahra Haqparast ji bo Ajansa Nûçeyan a Jinan axivî û piştrast kir ku jinên Talîban protesto dikirin ji hêla hêzên Talîbanê ve hatine girtin. Talîbanê heta niha jî têkildarî jinên hatine girtin tu daxuyanî nedane û nayê zanîn bê ka jinên girtî bi ku de birine. Dîmenekê dema binçavkirinê de hate bidestxistin û di dîmen de hêzên Talîbanê sedema serdegirtina malê û binçavkirinê weke “têkoşîna li dijî Talîbanê” nîşan didin.    6 jinên hatin girtin û piştre navê wan hatin hînbûn wiha ne: “Hajar, Hasina Sarvari, Farida Mohib, Tula Atai, Limah û Xatul.”