Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû û 41 kes mirin

  • 12:56 9 Tebax 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat destnîşankirin ku li dora Girava Lampedusa ya Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû û 41 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li dora Girava Lampedusa ya Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû. Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a ANSA'yê ya Îtalyayî, keştiya penaberan ji bajarê Safakes a Tûnûsê kete behrê, li dora Girava Lampedusa ya Îtalyayê noq bû. Di bûyerê de 41 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 penaber jî hatin xelaskirin. 
 
Kesên hatine xelaskirin diyar kirin ku ew wek 45 kesan siwarî keştiyê bûne û di nava wan de 3 zarok jî hebûn.