Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû û 41 kes mirin 2023-08-09 12:56:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Hat destnîşankirin ku li dora Girava Lampedusa ya Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû û 41 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li dora Girava Lampedusa ya Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû. Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a ANSA'yê ya Îtalyayî, keştiya penaberan ji bajarê Safakes a Tûnûsê kete behrê, li dora Girava Lampedusa ya Îtalyayê noq bû. Di bûyerê de 41 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 penaber jî hatin xelaskirin.    Kesên hatine xelaskirin diyar kirin ku ew wek 45 kesan siwarî keştiyê bûne û di nava wan de 3 zarok jî hebûn.