NY: Nêzî 500 penaber windane

  • 22:19 16 Hezîran 2023
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN-NY’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku karaseta qulipîna keştiya li Yewnanîstanê pêk hatiye jin û zarok jî têde nêzî 500 penaber winda bûne. 
 
Komîserê Bilind yê Mafê Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, der barê keştiya li Nîvgirava Mora ya Yewnanîstanê qulipî de daxuyaniyek da û got heta niha 78 kesî jiyana xwe ji dest daye û nav de jin û zarok jî hene nêzî 500 kes winda bûne.