NY: Nêzî 500 penaber windane 2023-06-16 22:19:20   NAVENDA NÛÇEYAN-NY’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku karaseta qulipîna keştiya li Yewnanîstanê pêk hatiye jin û zarok jî têde nêzî 500 penaber winda bûne.    Komîserê Bilind yê Mafê Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, der barê keştiya li Nîvgirava Mora ya Yewnanîstanê qulipî de daxuyaniyek da û got heta niha 78 kesî jiyana xwe ji dest daye û nav de jin û zarok jî hene nêzî 500 kes winda bûne.