YE xwe ji bo îmzekirina Peymana Stenbolê amade dike

  • 12:01 11 Gulan 2023
  • Cîhan
 
NAVEND NÛÇEYAN - YE, xwe amade dike ku Peymana Stenbolê ya ku Tirkiye jê vekişiya îmze bike. 
 
Parlamentoya Ewropayê (PE) tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê (YE) ya der barê Peymana Pêşîgirtina tundiya li dijî jinê û nav malê û têkoşîna pêşîlêgirtina dijî tundiyê ya Konseya Ewropayê ku wek Peymana Stenbolê tê binavkirin, pejirand. Bi vî awayî pêvajoya ketina Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Peymana Stenbolê piştî şeş salan bi dawî bû.
 
Peyman dê piştî perjiranfina Konseya Ewropayê bikeve nav muktesebata Yekîtiya Ewropayê û ji bo welatên endam ku peyman nepejirandine jî dê bibe girêker.
 
Yekîtiya Ewropayê Peymana Stenbolê ku yekemîn belgeya navneteweyî ya qanûnî ya li ser Peymana Pêşîgirtina tundiya li dijî jin û zarokên keç û nav malê û têkoşîna pêşîlêgirtina dijî tundiyê ya Konseya Ewropayê di 13’ê Hezîrana 2017’an de îmze kiribû. Hemû welatên Yekîtiya Ewropayê di Kanûna 2022’an de Peymana Stenbolê îmze kiribûn û 21 welatan jî pêvajoya erêkirina parlamentoyê temam kiribûn. Lê belê tevî ku Macaristan, Slovakya, Letonya, Lîtvanya, Bulgarîstan û Komara Çek îmze kiribûn jî ji ber ku ji aliyê meclîsê ve nehat pejirandin, peyman nediket meriyetê.
 
Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya
 
Peymana Stenbolê ya ku di sala 2011'an de ji aliyê Konseya Ewropayê ve ji bo îmzekirinê hat vekirin, ji bilî pêşîgirtina li tundiya li ser jinê û her wiha misogerkirina wekheviya zayendî û bidawîkirina pêkanînên cudaxwaziyê pêşbinî dikir. Tirkiye ku wek yek ji welatên ewil ên Îmzekarê Peymana Stenbolê ye, bi biryra Serokomariyê ya ku di 20’ê Adara 2021’an de di Rojnameya Fermî da hat weşandin ji peymanê vekişiya bû û ev biryar di 1’ê Tîrmehê de jî ketibû meriyetê